Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Derbarê mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê da: Baroya Amedê dest bi proseya hiquqî kir

09/11/2023

Mizgîn Yalçinê derbarê mijarê da ji parêzeran piştgirî xwestibû ku ew xwesteka wê bi cih hat.

Baroya Amedê li ser hesaba xwe Xê da zanîn ku dê proseya hiquqî bidin destpêkirin derheqê ew kesên parvekirin derbarê mamosteya kurd Mizgîn Yalçinê da kirine û wekî hedef nîşan dane. Baroya Amedê gotîye em dê şopgerên proseya hiquqî bin.

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin bû hedef ji ber ku vîdeoyek li ser medyaya civakî bar kirîye ku ew tê da bajaran bi kurdî fêrî zarokan dike.

Li gorî nûçeya Rûdawê Mizgîn Yalçinê derbarê mijarê da ji parêzeran piştgirî xwestîye.

Mizgîn Yalçin li Gundê Malabadê yê navçeya Farqînê ya Amedê mamostetîyê dike.

Ew li ser platformên dijîtal dersan dide û ji derveyî welatî jî xwendekarên wê çêbûne ku gelek caran ew vîdeoyên xwe li ser hesabên xwe yên medyaya civakî “Kurdî Online”yê bar dike.

Mamoste Mizgîn herî dawî li ser medyaya civakî vîdeoyeka dersa xwe belav kirîye ku mijara dersa wê bajarên kurdan bûne. Di vîdeoyê da ew bajaran dibêje û xwendekarên wê jî dubare dikin.

Ev vîdeo ji aliyê hin kesan ve bê destûr hatîye parvekirin û bikarhêneran li ser vîdeoya Mizgînê Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê û Birêveberiya Giştî ya Ewlehiyê etîket kirine ku Mizgîn wekî hedef hatîye nîşandan.

ji bo zêdetir agahîyan bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Medyaya Navneteweyî – 24 03 2025

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Hemû çîrokên Sabahattîn Alî bi Kurmancî hatine weşandin

Weşanên Azad çîrokên Sabahattîn Alî bi Kurmancî weşandine. Pêşeng Pêtoyan ev berhem

“Tirkiye ketiye di nav otokratiyeka eşkere de” – Bilal Ata Aktaş / France24

Serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî hatî girtin û ev yek bûye