“Mamma li Turchi!” 

Nıvîskar:
1 month berê

Ji bo em karibin sehneya xwe ya hunerî dewlemendtir bikin, belkî jî divê bêhtir em sûd ji pratîkên hunerî yên li Kosovayê werbigirin û ji aliyekî ve jî haziriyên xwe yên qonaxa serxwebûnê bikin. 

***

Huner –di vê nivîsarê de a hevçerx– di heman demê de awayekî xwe bi xwe perwerdekirinê û hînbûnê ye jî, hînbûna kodên pergala hunera hevçerx û bikaranîna wan. Ji bo hunermendekî/ê zanîn (teoriya hunerê û teoriya hemû tiştên pêwendîdarî hunerê), akademîstî, nexweşiya entelektueliyê, rexnegirî, xasma jî siyaset, heke ne mijarên şevbihêrkekê yan kokteylekê bin, dê bibin bayîsê antîpatîyeke heta hetayê! Meraqan nekin, derdorên hunerî yên welatên bipaşdemayî jî, piştî demekê vedigerin kodên xwe yên avakar yên destpêkê. Divê hûn baweriyê pê bînin wekî mekanîzmayeke ku her tiştekî dike berhemeke hunerî û di demeke ne gelek dirêj de rê li ber gerra wê ya navnetewî vedike, berra jî heye. Di vê qonaxê de bi nan û avkirina bendewariyê jî –hêviya wan ji te û ji berhema te ya nû çi ye? Hêviya te çi ye?– roleke girîng dilîze, ya ku sereqet tî û birçî ye. Heke ne wisa bûya û taybetmendiyeke wê ya bi vî rengî nebûya, ti hunermendan, dê xwe li gor bandora berhemên din ên hunermendên hevçerx –çi dûr çi nêzîk, çi bi rêya hîkarîgirtinê çi jî bi rêya lêzedekirin yan îthafê–, ji nû ve bi cî nedikir. Digel ku huner bi giştî ne tenê bi peyva ‘kartêkirin’ê tê pênasekirin jî, taybetmendiya wê ya ‘bêgunehiyê’ ya ku wek dana Xwedê dihat dîtin, piştî salên 2000an, bi taybetî jî li herêmên biarîşe yên wek Rojhilata Navîn û Balkanan yên ku di mezinbûn û belavkirina dahatê de bi bandora globalbûyînê ne di asteke ‘baş’ de bûn, bêhtir hat nîqaşkirin. 

Weşana Odstupanje / Exception [1] ya ku li hunera hevçerx a li Prîştînayê (Kosova) û berhem û pratîkên hunermendên Kosovayî yên wekî Artan Balaj, Jakup Ferri, Driton Hajredini, Flaka Haliti, Fitore Isufi Koja, Dren Maliqi, Alban Muja, Vigan Nimani, Nurhan Qehaja, Alketa Xhafa û Lulzim Zeqiri hûr dibe, ji bo berawirdkirinekê derfetên balkêş li ber me datîne, ya ku bi du zimanan, hem bi boşnaqî û hem bi ingilîzî hatiye amadekirin. Exception, ango Awarte di heman demê de navê pêşangehekê ye jî, ku bi berhemên hunermendên ciwan hatiye xemilandin û piştî şerê 1999an, bûye parçeyeke girîng a berhemdariya wan. Di kêş û vekêşan de yên ku bi boneya pêşangehê, ji aliyê nivîskarên hunerê, ramanwer û rexnegirên Kosovayî ve hatine nîqaşkirin, di derbarê hegemonyayên raser yên çandî yên Ewrûpa, Sirbîstan, Kosova û Balkanan de, berê me didin xwendinên hişveker; nasnameyên netewî û yên zayendî yên ku di qada hunerên dîtbarî de ne û bi xurtbûna kapîtalîzmê hatine pênasekirin, bi sedem û encamên xwe ve têne nirxandin. 

Sehneya hunerî ya li Kosovayê, ji hinek alîyan ve dişibe sehneya me ya berbend jî, ya ku bi bexş, piştgirî û hevkariyan xwe dide nîşan. Îmajên ku em wan wek huner bi nav dikin –ew her çi bin û her bi çi hatibin afirandin–, dawiya dawî dibin formên ‘egzotîkkirî’ û bi vî nav û nûçikî digerin. 

Hingê çîroka fotografekî ku li hewşa avahiyeke li TOKİyê hatî kişandin, dê di gerrê de nebûya wêneyeke ezamet a li sînorê Sûrîye û Tirkîyeyê hatî kişandin, hem jî bi sekneke dij-mîlîtarîst û heya tu bibêjî îronîk û îkonîk! Di hunera hevçerx de mînakên wisa pirr in, mînakên ku çîrok û xwendineke nû li wan hatine barkirin. Ya rast çîroka berhemê (berheman) ne di xema kesî de ye, hunermendên akademisyen û rexnehez ji berê de xwîntehl in, yên di nava geremola teoriyê de vedigevizin jî. 

Ji aliyê derfetên global, kelepor û mêjûyî ve, hunermendên hevçerx yên Kosovayî (yên piştî salên 90î û salên 2000an), li gor hunermendên “kurd” gelekî bi pêş de bûn; ji me zûtir dest avêtibûn amûrên hunera hevçerx, ji me zûtir ketibûn nava nîqaşên dabeşbûnê ya ku di qada jîrbêjî û akademiyê de rû didan, ji me zûtir li ser mijara siyasetên neteweperweriyê rawestiyabûn, yên ku çanda hevdem jî bi xwe re dirûvandibûn û dîsan ji me zûtir pêwendî bi dam û dezgehên hunerî yên navend-ewrûpî re danîbûn. Di vê qonaxê de –û biqasî me– gazî hunermend û kuratorên biyanî jî nekiribûn, herî zêde bi kuratorên Almanî re xebitîbûn, yên ku ji zû de çav berdabûn hunera wan û mûzexaneyên wan ên piştî şerî. Lêbelê kêşe ne zû destpêkirin bû, ne jî pêwendiyên bi kuratorên Almanî re. 

Bi tevî hin manendiyên nêzîk bêgûman şert û mercên me ji hev gelekî cuda bûn; Amerîka, li gor çarçoveya Doktrîna Clintonî, bi destekariya NY û NATOyê û bi piştgiriya civaka navnetewî tevgeriyabû. Kosova, di sala 2008an de bibû dewleteke serbixwe, ji ber hindê, ji bo Kosovayê 51.Herêma Amerîkayê dihat gotin û ev gotin rast bû jî. Di 4ê Tîrmeha sala 2017an de, di sed û çil û yekemîn salvegera serxwebûnê ya DYAyê, li Prîştînaya paytext, li Qada Clintonî û li bin sîya peykerê Bill Clintonî hatibû pîrozkirin. Jixwe alaya Amerîkayê ji sala 2009an û pê ve dihat bilindkirin, tew komeleyek bi navê “Komeleya Dostên Amerîkayê” jî hatibû ava kirin. Serokê komeleyê Agim Rexhepi, di axaftineke xwe de bal kişandibû ser vê erka mirovane û exlaqî, xasma jî li ser girîngiya wê ya ji bo Elbanan (Arnewidan) rawestiyabû. Sedsalek bi şûn de, Kosova ketibû bin desthilatdariya Amerîkayê, siyaseta îslamîkirin û ‘dewşorme’yê ya osmaniyan bi dawî hatibû lêbelê, vê carê jî nevîçîçirkên wan yên hunermend û kurator derketibûn mexderê: Tirk, pêwendiyên xwe yên qaşogiravî mêjûyî û çandî, bi rêya hunera hevçerx geştir û xurttir kirin. Herwisa, Tirkîyeyê, di 18ê Sibatê de serbixwetiya Kosovayê nas kiribû û di nav koma welatên ku Kosova naskiribûn de, cî girtibû. Di sala 1999an de li Prîştînayê bûroya xwe ya hevahengiyê danîbûn, di 1ê Îlona sala 2015an de jî, li Prîzrenê deriyê serbalyozêxaneyê vekiribûn. Heye ku ji ber hindê bû, ji yekem mêvane xwe yî hunermend yê kurd yê ji gersitêrka Krîptonê hatî re, digotin wekî kurd rûyê xwe reş dikin, tirkan ti caran neheqî li kurdan nekirine! Ji bilî çend anarşîst û punkên dêmanî, piraniya hunermend û roşinbîrên wan weha difikirîn [2].

Yek ji hunermendên herî baş yê ku beşdarî pêşangehê bibû, bêgûman Edi Hila bû, Hila ji Tîranayê hatibû Priştinayê, şêst salî bû hingê, bi kevalên xwe, bi berhemên xwe yên têgihînî (konseptûal) dihat naskirin. Demeke dirêj, li ser dîroka civakî û siyasî ya Albanyayê hûr û kûr bibû, bandora dem û dewra komûnîst, qonaxa têperiyê û encamên wê yên li ser civak û kesayetan, di kevalên wî de bibûn mijarên sereke. Hila di sala 1972yan de ji Akademiya Hunerên Bedew a Tîranayê destûryar bibû, di sala 1974an de, bi hênceta ku rêbaz û qaîdeyên estetîk û îdeolojîk yên rejîmê bi kevaleke xwe a bi navê “Planting of Trees”ê binpê kiriye, cezayeke mezin jê re birrîbûn. Piştî vê rûdanê, Hila ji derdorên hunerî jî hatibû vederkirin. “Bi dû têkçûna rejîma komûnîst re, ji nû ve li ser karîyera xwe a hunerî hûr bûm.” gotibû di gerûgeşteke me de, em hatibûn sûka Priştinayê.   

“Planting of Trees”a Edi Hila, 1974″

Mamma li Turchi! [3]

Ev gotin, gotineke kevnar a îtalî ye û hîn jî li îtalyayê, li hin deveran populer e û wek jêderk jî xwe dispêre dem û dewranên osmaniyan û êrîşên wan yên ku li qeraxên îtalî dikirin. Bi giştî, tirs û xofa ji tirk û misilmanan (bi gotineke din turkophobia) dide der. Di serdema osmaniyan de, di navbera îtalî û tirkan de, hem ji aliyê bazirganî ve hem jî ji ji aliyê xizmeta sivîl-leşkerî ve gelek pêwendiyên geş û xurt hebûn, nîgarkêşên wan heya ketibûn nav qesra padîşahî, lêbelê bi dû dorpêça Otrantoyê ya sala 1480yan, tirs û xofeke mezin di nava gelê îtalî de peyda bibû, di van êrîşan de keçxamayên îtalî dihatin revandin, dizî û pizî, terş û talan jî tê de, gund û bajêr dihatin sotin. 

Li ser tirs û xofa ji tirk û misilmanan, di demên modern de jî, gelek bend û nivîs hatibûn lêkirin, tew di 1973yan de Mamma li Turchi, ji aliyê derhênerê îtalî Renato Savinoyî ve bi heman navî bibû filmekî kenawerî yê seksê jî! Di navenda fîlmî de ciwanekî tirk û ..rêwîyê ne îşê mezin hebû, yê ku tim ripîrep bû. Derhêner li Stenbolê (1926) ji dayîk bibû û bi filmên wek I ragazzi della Roma violenta (1976) [4], Grazie signore p… (1972) [5] û Decamerone ‘300 (1972) [8] hatibû nasîn. Mamma li Turchi, di sala 2003yan de bibû sernavê nivîseke min jî, ya ku min ji bo kataloga pêşangeha I am Too Sad To Kill Youyê li qelemê xistibû. Pêşangeh bi kuratoriya hunermend, kurator û edîtor Halil Altindereyî, li Proje4Lyê (Stenbol) hatibû lidarxistin, ya ku bi hejmara hunermendên kurd derketibû pêş. Kataloga navborî, heman salê, li Kunsthalle Fridericianumê (Kassel, Almanya), digel mezintirîn pêşangeha (In Den Schluchten Des Balkan) kuratorê navdar î Alman René Blockî re hatibû belavkirin. Blockê efsûnbaz, serbî û kosovayî, bosnayî û tirkan, albanî û kurdan li dor kitêba navdar a Karl Mayî anîbûn ba hev, jê çêtir jî rehma Xwedê bû! 

Lê ecêb e, populerbûna hunermendên kurd û berhemên wan yên ku axlebên wan vîdeo û fotograf bûn, gerr û sekna wan, modeya nivîsandina li ser wan hunermendan û ‘hin’ berheman, dîsan leza gerra dîmenên îkonîk û îronîk, yên derveyî Stenbolê ango derveyî navendê, bi dû qonaxa Şerê Xendekan re, wek ku li deverekê pêlî bişkokekê hatibe kirin, bi carekê re qut bû. Têkoşîna destanî ya ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê hatibû bi rê ve birin û deng li cîhanê vedabû, di qada çand û hunerê de jî xewn û xeyalên dagirkirina parçeya nû a welêt geş û gurrtir kiribû; kolektor, fûarvan û hunerhezên tirk, di vê mijarê de bûbûn du beş. Êdî pergala hunera hevçerx a tirkîyeparêz, wek berê (destpêka salên 2000î) ji hunera hevçerx a kurdan û xwestekên pêdagir yên hunermendên wan hez nedikir, kurd û berhemên wan di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de ya ku bi pirçandî û pirdengî dihat pênasekirin, jixwe bi têra xwe hatibûn temsîlkirin! Dê bêhtir rê nedana dijayetiya Kemalperweriyê, di wê baweriyê de bûn ku Ataturk û mîrata wî ne bi tenê ji bo tirkan, di heman demê de ji bo Kurdan jî nasnameyek e. 

Heman paradîgma bû ya ku bi du salan carekê dihat serdana Kurdistanê, gotegotek li ebareyên bajêr digeriya: Mamma li Turchi! Mêrdîn wek ku katalogeke pîrozwer bi xwe re anîbe, kirasekî felatker li kuratorê xwe kir, ji kêş û vekêşên xuyanîtîya kurmanciya reş bigire heya geşkirina edebiyata hevçerx a kurdî, di demeke kin de gelek daw û doz û dosyeyên giran danîn ber kuratorî. Daxwaz û hêviyên ku diviya ji siyaseta heyî bên kirin, ji lijneyên bîenalê û ji kuratoran hatin kirin. Di kurtemêjûya Bîenala Mêrdînê de ti bîenal, temet a dawiyê nebibû mijara nîqaşan, ji bo ti edîsyonan ewqas xirecir nehatibû kirin, krîza bîenalê, di rexne û xwendinan de wek krîzeke kuratorî derdiket pêş, lê helbet ne wisa bû. Akay ne kuratorekî xeşîm bû, belkî bersiva hemû pirsan nedabû, lêbelê bi min yên herî girîng bersivandibûn; çima li wir bû û xwestibû çi bike? 

***

Min di serî de qala hunera hevçerx, perwerdekirin û hînbûnê kiribû, lewre piştî demekê, pirseke weha derdiket pêşiya hunermendan, bêhtir jî pêşiya hunermendên Kosovayî yên ku piştî serxwebûnê derketibûn ser dikê; aya bi dû qonaxa serxwebûnê re hunermendên ji nifşê nû, bi dû mijarên çawan ketibûn? Lewre gava di bin nîrê serbiyan de bûn, huner jî, dam û dezgehên hunerî jî ji bo Arnawidên Kosovayî ne tiştên gehînbar bûn. Wek dihat xuyanê gelek hunermend, piştî serxwebûnê, berhemên xwe li ser kêşeyên civakî, aborî û siyasî ava dikirin û hewl didan ku mijarên wehakî tim û dayîm di rojeva hunera hevçerx de bin. Çi bûn ev? Zebr û zora navmalbatî, mafên LGBTyiyan yên ku dihatin tepeserkirin û pirsgirêka neteweperestiya tûndûtûj…

Ji bo em karibin sehneya xwe ya hunerî dewlemendtir bikin, belkî jî divê bêhtir em sûd ji pratîkên hunerî yên li Kosovayê werbigirin û ji aliyekî ve jî haziriyên xwe yên qonaxa serxwebûnê bikin. 

Çavkanî û Têbînî

[1]  https://monoskop.org/images/e/e2/Exception_Contemporary_Art_Scene_of_Prishtina_2008.pdf

[2]  Qala pêşangeha Reappearanceê (2004) ya li Mûzexaneya Kosovayê (li Prîştîna) dikim, ya ku ji aliyê Erzen Shkololli, Soqol Beqiri, Shkelzen Maliqi ve hatibû li dar xistin û hunermendên navdar yên wekî Róza El-Hassan, Sanja Iveković, Ayşe Erkmen û Edi Hila beşdar bibûn. (n.n.)

[3]  Heywax dayê, Tirk!

[4]  Bo temaşekirinê: https://www.youtube.com/watch?v=aFnp9g9huGc

[5]  Bo temaşekirinê: https://www.youtube.com/watch?v=BXsc4ZiQbCU

[6]  Bo temaşekirinê: https://www.youtube.com/watch?v=ApFwvQ_76V4


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Şener Ozmen

Nivîskar û hunermend. Di sala 1971an de li Hezexa Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 1998an de Beşa Perwerdehiya Nîgarkêşiyê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kir. Di gel ku di temenekî gelekî berwext de nasiya wî li gel karîkatur û helbestê çêbû jî, bere bere dest ji van her du waran jî kişand da ku bi hunera hevçax û wêjeya kurdî rabe. Di navbera salên 2005-2007an de beşdarî bernameya pevguherînê ya hunermendan a Transfer 07ê (Munster-Almanya) bû, ya ku bi destê Sekreteriya Rewşenbîriyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hate birêvebirin. Di sala 2008an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkiye-Almanyayê (Munîh) bû, a ku ji aliyê Enstîtuya Goethe (Stembol) ve hate birêvebirin. Ozmen di sala 2016an de bû mêhvanê Q21 Museum Quartier Artist in Residencyê ya li Viyanayê. Di navbera salên 2017-2019an de, Zankoya Parêzgeha Montclairê Beşa Huner û Dîzaynê (Montclair, NJ), li Kargeha Navnetewî&Bernameya Kuratoriyê (ISCP, Brooklyn, NY) û li Weqfa Hunerê ya Elîzabethê (EFA, Manhattan, NY) û herî dawî, bi piştgiriya Senatoya Çand û Hunerê ya Ewrûpayê, li Berlînê kar û barên xwe yên hunerî û wêjeyî bi rê ve bir. Ozmen li Chicago, Amerîkayê dijî.

Berhemên wî:
- Eskiden Ne Güzeldi (Xwezî Bi Heyna Berê), şi'r (bi tirkî), 1999
- Şaşıracaksın (Tu Yê Matmayî Bimînî), şi'r (bi tirkî),1999
- Ağıt mı bu yaktığın? (Ma Qey Tu Dilûbînî?), şi'r (bi tirkî), 1999
- Sözüm Haritadan Dışarı (Haşa Ji Nexşeyê), şi'r (bi tirkî), 2004
- Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2007
- Rojnivîska Spinoza, roman, 2008. Spinoza'nın Günlüğü, wergera ji tirkî: Abdullah Koçal,
2014
- Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, roman, 2010. Kifayetsiz Hikâyeler Müsabakası, wergera ji
tirkî: Abdullah Koçal, 2015
- Keleh, çîrok, 2012. Kale, wergera ji tirkî: Selamî Esen, 2017
- Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî) (Xwendinên Li Ser Wêjeya Kurdî ya Nûjen),
2013
- Gramera Bêhizûr, roman, 2014
- Sevişen Kurgular (Aşopên Bi Hev Şa Dibin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2016
- Xeyb, roman, 2016
- Qiseyên Xerîbiyê, roman, 2019
- Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê, çîrok, 2021
- Kurê Dêlê, novel, 2022
Werger:
- Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, Arjen Arî, 2011
- Kalbim Bir Yastıktır Aşka, Berken Bereh, 2012
- Îhtar, C. Hakkı Zariç, 2022

Te ev dîtıne?

Tarîxçeyek ji şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û rola ciwanan di vê hunerê da

Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo

Gundî Çito Dimirin?

Bi hezaran telebeyên Moskow û Petersburgê havîna 1874an piştî ji mektebê derketin,

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,