Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Mamikên Gundikê Melî / Herêma Botan

01/02/2023

Mamik li hin herêman wek tiştonek têne zanîn. Min ev mamikên li jêr sala 2010ê ji bo malpera xwe Kurdîgehê berhev kiribûn. Gundikê Melî 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e.

Gundikê Melî, Wêne: Malpera Gundikê Melî

Bersiva mamikan li jêr e.

  • 1. Mamkê min ê mamanî

Qesra spî bê derî. Çî ye

  • 2. Mamkê min ê mamanî

Rojê bûk e şevê pepûk e. Çî ye

  • 3. Mamkê min ê mamanî

Pirtika karê li ser guhê darê. Çî ye

  • 4. Mamkê min ê mamanî

Sindirûka li ser sindirûkê mifte ya li destê bûkê. Çî ye

  • 5. Mamkê min ê mamanî

Sergelgele bingelgele çavzîq û simbêlbel e. Çî ye

  • 5. Mamkê min ê mamanî

Hilindo milindo kurek ji babê bilindo. Çî ye

  • 6. Mamkê min ê mamanî

Tişta tiştanî di nêv mîzera siltanî ji bilî Xwedê kes nizanî. Çî ye

  • 7. Mamkê min ê mamanî

Ji hire heta Mûsil hemî morîyên sinsil. Çî ye

  • 8. Mamkê min ê mamanî

Ji hire heta Bexda kulav rada. Çî ye

  • 9. Mamkê min ê mamanî

Serhilû ye ne mar e, grêkodel e ne dar e, giya dixwe ne dewar e. Çî ye

  • 10. Mamkê min ê mamanî

Şil bike, rep bike, tê re bike. Çî ye

  • 11. Mamkê min ê mamanî

Vî milî teht e wî milî teht e nêvê de şil û şeht e. Çî ye

  • 12. Mamkê min ê mamanî

Mezela şuştî û miştî du feqên çavreş tê de rûniştî. Çî ye

  • 13. Mamkê min ê mamanî

Tu girê didî diçe, tu berdidî disekine. Çî ye

  • 14. Mamkê min ê mamanî

Reş e reş e wek qîr, kutilka çêdike wek mala mîr. Çî ye

  • 15. Mamkê min ê mamanî

Reş e reş e wek qîr difire wek tîr. Çî ye

  • 16. Mamkê min ê mamanî

Zerik goştînî, girar qîrînî, hesko darînî. Çî ye

  • 17. Mamkê min ê mamanî

Bazina xezalê gêr bû newalê. Çî ye

  • 18. Mamkê min ê mamanî

Ez ji tehtê de diavêjim naşikê ez diavêjim kulekukê de dişikê. Çî ye

  • 19. Mamkê min ê mamanî

Keçika dukezî serbanan ve bezî. Çî ye? · ·

  • 20. Mamkê min ê mamanî

Yekê got ayy! milê mino. yekê got:: ayy! pişta mino. yekê got xwezka min û canê mino. Çî ye

  • 21. Mamkê min ê mamanî

Ji şikêrê ye ji têrê ye ji rêrê ye. Çî ye

  • 22. Mamkê min ê mamanî

Komkirî barê gakê vekirî weke çîyakê. Çî ye

  • 23. Mamkê min ê mamanî,

Mamê bi lingikê diçe şerê gundikê. Çî ye

  • 24. Mamkê min ê mamanî,

Ser text e, bin text e, di nêvê de pîrek bê bext e. Çî ye

  • 25. Mamkê min ê mamanî

Ker zirî kuşpil firî. Çî ye

  • 26. Mamkê min ê mamanî

Hespê boz kir toz. Çî ye? ·

  • 27. Mamkê min ê mamanî

Çil çîk in, çil berçîk in çil ode ne çil kilîle ne. Çî ye

  • 28. Mamkê min ê mamanî

Sînîya savarê ya li ser guhê darê. Çî ye

  • 29. Mamkê min ê mamanî

Şikefta tarî tejî tê de mirarî. Çî ye

  • 30. Mamkê min ê mamanî

Ez çûm şikeftekê min darek rast nedît ez bigirim bi destê xwe. Çî ye

  • 31. Mamkê min ê mamanî

Çêlekoka zerik ji xwe re di gere. Çî ye

  • 32. Mamkê min ê mamanî

Sermişar e, pêxepar e, heçî nezane dewar e. Çî ye?

  • 1Hêk
  • 2Nivîn
  • 3Kon
  • 4Gêruse
  • 5Rêvas
  • 6Jina Hemle
  • 7Baran
  • 8Berf
  • 9Kusî/Şkêvlatok
  • 10Ta û Derzî
  • 11Hevîr
  • 12Goz
  • 13Pêlav/Sol
  • 14Kêza Gû
  • 15Kêç
  • 16Kil û Kildank
  • 17Mar
  • 18Kewzan/Kizwan
  • 19Bangur
  • 20Dîwar, Girş û Bangur
  • 21Gêruse
  • 22Kon
  • 23Mîrkut/Mêkut
  • 24Kusî/Şkêvlatok
  • 25Tiving/Tifek
  • 26
  • 27Pîvaz
  • 28Hinar
  • 29Dev û Didan
  • 30Şaxê Bizinan
  • 31Kulind/Kundir
  • 32Dîk/Dîkil

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û