Malpera PerxudresPodcastê dest bi weşanê kir

30/01/2023

Bloga Perxudresê ya ku sala 2015ê hatibû avakirin bû malpereka bi navê perxudrespodcast.com.

Omer Faruk Baranî sala 2022yê li ser naverok û pîvanên weşana blogê dest bi weşana Perxudres Podcastê kiribû.

Li ser vekirina malperê Baranî ji Botan Timesê re got:

Perxudresê di serê sala 2015an de dest bi weşana xwe ya blogî kir. Bi roportaj, fotograf û nivîsên ser edebîyatê bala xwendevanan kişand.

Di Adara 2022yan de, li ser bingeha bi wê blogê çêbûyî, Perxudres Podcastê dest bi weşanê kir. Perxudres Podcastê di demeke pir kin de deng da û xelateke rojnamegerîyê jî sitand.

Ev podcast her Pêncşem di saet 5:50 pm de notên ser kultur, sanat û edebîyatê radigihîne.

Îstatîstîkên Spotifyê raber dikin ku her Pêncşem di saet 5:50 pm de bi hezaran guhdar li benda beşa nû ne. Di yeksalîyê Perxudres Podcastê de malper-bloga wê dest bi weşanê kir.

Êdî heyranên Perxudres Podcastê wê karibin metnan ji vê malperê bixwînin. Perxudres Podcast bi perspektîfeke rojnamegerîyê û bi zimanekî meyl li ser edebîyatê ye weşanê dike.

Ez, edîtorê Perxudres Podcastê, Omer Faruk Baran îna dikim ku wê ev podcast piştî vebûna malperê bigihîne ber guh û çavên bi deh hezaran kes û bo bibe platforma serekî ya kultur, sanat û edebîyatê.

Car heye bi mehan bo tek peyveke podcasta xwe difikirim. Hewl didim kalîtelî bin karên min, çinku rind zanim ku guhdarên vê podcastê kalender in, kalîtelî ne. Kar mecbûr in kêrhatî bin.

Omer Faruk Baran

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Cerr di weşanê de ye!

Weşana paşê

Rojnameger (2) Mehdi Mutlu : Henekên min û enerjiya min ji bo dayîna peyaman in