Malpera csdestek.orgê dest bi weşana kurdî jî kiriye. Zimanê malperê tirkî bû niha zimanên, erebî û inglîzî û kurdî jî li malpera xwe zêde kirine. csdestek.org ji bo kesên ku tûndkariya zayendî li wan hatiye kirin û li jiyanê manê bikaribin zêdetir ji mafên xwe sûd werbigirin e. Bi armanca ku zêdetir xwe bigihîne yekîne û xizmetên piştevaniyê hatiye amadekirin. Malperê bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî dest bi weşanê kiriye.

Di malpera csdestek.orgê de bi armanca ku penaber, koçber û penaxwazên ku ne hemwelatîyên Tirkîyeyê ne lê li Tirkîyê dijîn, piştî tundkariya zayendî bikaribin mafên xwe fêr bibin, zanyariyên rojane cih digirin.

Di derbarê csdestek.orgê de

csdestek.org ji bo pêdiviyên wan kesan amade bûye ku ji tundkariya zayendî rizgar bûne û armanca wê ew e ku zanyariyan bide kesên tacîz, tecawiz û di zaroktiyê de îstismara zayendî li wan bûye û jê rizgar bûne.

csdestek.org; tê de ew zanyarî hene ku piştî tundkariya zayendî yan jî tundkariyên cida li te were kirin tê çawa gilî bike, tê çawa pêvajoyên piştî tundkariyê yên te dixin tengasiyê çareser bike û hin mijarên din, her weha navendên piştgiriyê yên tê li Stenbolê bikaribe piştî tundkariyê serî li wan bide, zanyariyên din û çavkaniyên din.

Bianet kurdî*