Mala Şenyaşar jî dikeve sala nû

Hesabekî ku dide zanîn ku ew bo têkoşîna Mala Şenyaşar hatiye vekirin ji Twitterê bi vîdeoyekê ragihand ku sala 2022yan bi zilmê derbaz bûye. Wî hesabî dîyar kir ku ew dixwazin ku sala 2023yan bibe sala edaletê û înna lîllahî ve înna îleyhî racîun nivîsî. Ew gotina ji Quranê dide zanîn ku ewê însan li […]

Mala Şenyaşar jî dikeve sala nû
Mala Şenyaşar jî dikeve sala nû
Botan Times
  • 31 Aralık 2022 16:09

Hesabekî ku dide zanîn ku ew bo têkoşîna Mala Şenyaşar hatiye vekirin ji Twitterê bi vîdeoyekê ragihand ku sala 2022yan bi zilmê derbaz bûye.

Wî hesabî dîyar kir ku ew dixwazin ku sala 2023yan bibe sala edaletê û înna lîllahî ve înna îleyhî racîun nivîsî. Ew gotina ji Quranê dide zanîn ku ewê însan li Xwedê vegerin.

Li Sirûcê, di sala 2018an de, piştî minaqeşeyeke sîyasî ya di navbera mêldarên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) 4 kes hatin kuştin.

Emîne Şenyaşar, ku di wê girjîyê de, mêrê wê û 2 kurên wê hatine kuştin, ji 9ê Adarê ya 2021an vir ve li pêş Edlîyeya Rihayê nobeda edaletê digire.

Ew dixwaze ku kujerên mêrê wê û zarokên wê werin darizandin û kurê wî yê girtî serbest were berdan.

Foto: Twitter, SS, @senyasarailesi