07/04/2025
Li Tirkiyeyê, di sê mehên destpêkê yên sala 2025an de 24 bûyerên binpêkirina mafê bikaranîna kurdî hatine tomarkirin. Li gorî rapora “Kurdish Monitoring” a ku îro hatiye weşandin, binpêkirin di warên medya, çand û huner, qada civakî û girtîgehan de çêbûne.
Rapora ku ji aliyê Platforma Çavdêriyê û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Kurdî hatiye amadekirin, diyar dike ku ji Kanûna Paşiyê heta Adarê, herî zêde binpêkirin di medyayê de bi 8 bûyeran çêbûne. Di qada çand û hunerê de 7, di qada civakî de 5 û di girtîgehan de jî 4 bûyer hatine tomarkirin.
Binpêkirinên di medyayê de
Hesabên medyaya civakî yên Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWSê û Yeni Yaşamê hatine astengkirin. Dema hesabekî nû hatiye vekirin, ew jî hatiye girtin.
Dadweriya Semsûrê û ya Enqereyê bi hinceta “parastina ewlehiya netewî” malperên kurdî asteng kirine. Malpera kurdî ya Dengê Amerîkayê jî bi heman sedemê hatiye astengkirin.
Di televîzyonan de jî kurdî tê sansurkirin. Kanalên Sözcü TV, Habertürk TV û NTV daxuyaniyên bi kurdî neweşandine. Pêşkeşkara Sözcü TVyê Serap Belovacıkliyê gotiye: “Ji ber kes bi kurdî fam nake, em nadin.”
Zextên li ser çand û hunerê
Polîsan li Amedê bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtine û 150 pirtûk û 1.500 rojname berhev kirine. Li Zanîngeha Mûş Alparslanê, ji ber helbestên kurdî di dersan de, lêpirsîn li akademîsyenekî hatiye vekirin. Pirtûkên ku bûne sedem bi destûra Wezareta Çandê hatibûn çapkirin.
Hunermendên ku stranên kurdî strandine cezayên giran standine. Hunermend Kasim Taşdogan ji ber sê stranên kurdî 30 meh cezayê girtîgehê standiye. Stranbêj Mazlûm Akpolat jî ji ber strana kurdî hatiye girtin.
Qedexekirina kurdî li qada civakî
Li Parlamentoyê dema Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli gotina “Jin Jiyan Azadî” gotiye, dengê wê hatiye birîn. Ev gotin di zabitnameya parlamentoyê de jî nehatiye nivîsandin.
Li Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê, 20 jin ji bo 8ê Adarê dixwastin meşekê pêk bînin. Ji ber ku “wê sloganên kurdî bên berzkirin”, ew hatine astengkirin.
Li stadyûman jî pankartên bi nivîsa kurdî hatine qedexekirin an daxistin.
Rewşa di girtîgehan de
Li girtîgehan, axaftina bi kurdî di telefonan de û şandina nameyan û pirtûkên bi kurdî tê astengkirin. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzeromê, dema girtiyekî bi telefonê bi kurdî bi malbata xwe re axiviye, ew hatiye astengkirin.
Li Girtîgeha Jinan a Erzînganê, nameyên bi kurdî 4-5 mehan tên sekinandin. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Elezîzê jî, pirtûk û nameyên bi kurdî nadin girtiyan.
Kurdish Monitoring ev bûyer wek nîşana zext û zordariya li ser kurdî di jiyana civakî de bi nav dike. Bi vê raporê dixwaze balê bikişîne ser van binpêkirinan.
Çavkanî: Kurdish Monitoring, Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.