Lûtfî Elvan ji Wezareta Xezîne û Darayiyê îstifa kir, cîgirê wî Nûredîn Nebatî li şûna wî hat tayînkirin

Di nûçeya îstifakirina Elvanî ya di Rojnameya Fermî de agahî hat dayîn ku daxwaza “efûyê ji kar” ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lûtfî Elvan hat qebûlkirin û li şûna wî jî cîgirê wî Nûredîn Nebatî hat wezîfedarkirin. Di nûçeya Rojnameya Fermî de wiha hatiye gotin: “Nûreddîn Nebatî ji bo Wezareta Xezîne û Darayî ya ku […]

Lûtfî Elvan ji Wezareta Xezîne û Darayiyê îstifa kir, cîgirê wî Nûredîn Nebatî li şûna wî hat tayînkirin
Lûtfî Elvan ji Wezareta Xezîne û Darayiyê îstifa kir, cîgirê wî Nûredîn Nebatî li şûna wî hat tayînkirin
Vahdet Uçar
  • 2 Aralık 2021 08:09

Di nûçeya îstifakirina Elvanî ya di Rojnameya Fermî de agahî hat dayîn ku daxwaza “efûyê ji kar” ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lûtfî Elvan hat qebûlkirin û li şûna wî jî cîgirê wî Nûredîn Nebatî hat wezîfedarkirin.

Di nûçeya Rojnameya Fermî de wiha hatiye gotin: “Nûreddîn Nebatî ji bo Wezareta Xezîne û Darayî ya ku ji aliyê Lûtfî Elvan ê ku daxwaza efûyê kiribû û li gor xalên 104 û 106an ên Destûra Bingehîn ji wezîfeyê hate wergirtin, hat wezîfedarkirin.”

Nebatîyî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyana ewil a der barê tayînkirinê da daye û wiha gotiye: “Bila xwedê bike nesîb ku ez bikaribim wezîfeya Wezareta Xezîne û Darayiyê ya ku Serokomarê me min layîq dibîne û layîqê min dike bi cih bînim.”

Lûtfî Elvan wek Wezîrê Xezîne û Darayiyê di Mijdara 2020an de piştî îstîfaya Berat Albayrakî hatibû tayînkirin.

Tê gotin ku Elvan ji ber ku li dijî polîtîkaya aborî ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derketiye, ji wezîfeyê hatiye girtin.

Nûredîn Nebatî kî ye?


Nûredîn Nebatî di heyama 24 û 26an de li Stenbolê, di heyama 25an de jî li Rihayê bûye parlementer.

Li gor CVya ku di malpera Wezareta Xezîne û Darayiyê da heye Nebatiyê ku di sala 1964an da li Wêranşara Rihayê ji dayik bûye, Serokê Karên Malî û Îdarî û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê bû.

Siyasetmedarê 57 salî ku bi karê tekstîlê re mijûl dibe, Endamê Lijneya Şêwirmendiya Bilind a MUSÎADê ye.

Di heman CVyê de tê gotin ku wezîrê nû endamê komele û weqfên cuda ye. Ku di nav wan de Îlim Yayma Cemiyeti, Weqfa Ensar, TÜGVA û Weqfa Xwendekarên Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê jî hene.


Nebatîyê ku ji Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Zanistên Siyasî ya Beşa Îdareya Giştî qedandiye, di heman beşê de doktora kiriye.

Wezareta Xezîne û Darayiyê