LiteraKurd çalakiyên axaftina Kurdî pêk tîne

28/04/2025

LiteraKurd her roja Înê ji bo pêşxistina zimanê Kurdî çalakiyên pratîkê dide destpêkirin.

28/04/2025

Fersenda pratîkkirina Kurdî

LiteraKurd dê her roja Înê di navbera 17:30-19:00an de çalakiyên axaftina Kurdî pêk bîne. Ev çalakî ji bo kesên ku dixwazin zimanê xwe bi pêş bixin tê organize kirin.

Çalakî bi taybetî ji bo kesên ku dibêjin “Ez fêm dikim lê nikarim bipeyivim” tê plankirin. Armanca vê çalakiyê pêşxistina şiyana axaftinê ye. Beşdarên çalakiyê dê bi hev re pratîkên axaftinê bikin.

Ev derfet ji bo her kesê ku dixwaze Kurdiya xwe bi pêş bixin vekirî ye. Tê xwestin ku kesên eleqedar di roja Înê de beşdarî çalakiyê bibin.

LiteraKurd Mala Wêjeyê li Sûra Amedê

LiteraKurd Mala Wêjeyê di 6ê Nîsana 2025an de li Sûra Amedê deriyê xwe ji hezkiriyên edebiyatê re vekiriye. Di roja vekirinê de Serdar Şengül û Mehmet Dicle bi bernameya “Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat”ê xêrhatina mêvanan kirine. Piştî bernameyê jî Kokteyla Vekirinê hat pêşkêşkirin.

Malên Wêjeyê li bajarên dinyayê di pêşketin û danasîna edebiyat, bajar û neteweyan de roleka sereke pêk tînin. LiteraKurd jî bi mebesta ku bibe navenda ziman û wêjeya kurdî hatiye damezrandin. Ew dê bi çalakiyên edebî rengê kurdî li bajêr geş bike. Herwiha deriyên bajêr ji edebiyatên dinyayê re veke û edebiyata kurdî bi edebiyatên dinyayê re têkildar bike.

Armancên malê

LiteraKurd dixwaze edebiyata kurdî ya ku bi sînorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye bigihîne hev. Nivîskar û xwînerên kurdî bîne cem hev. Bi atolye û kursên nivîsê edebiyata nûjen geş bike.

Bîra me ya ku bi gelek sedeman belavbûyî, nêt ew e ku bi tevgereke kolektîf bîne cem hev. Herwiha nivîskarên kurd û nivîskarên dinyayê bike mêvan û wan û xwîneran bîne cem hev.

LiteraKurd encama fikir û keda gelek nivîskar û rewşenbirên Kurd e.

Çavkanî: LiteraKurd, Botan Times

Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Kurdish Author Balsam Karam’s Novel Translated Into Kurdish

Weşana paşê

LiteraKurd Launches Kurdish Language Practice Sessions