Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Lîstikvana kurd Ala Reyanî: Divê em bi xwe destanên xwe bi hunerê vebêjin

09/09/2024

Li ser Netflixê rêzefîlma Xîlafetê diweşe ku tê da lîstikvanên kurd jî cih digirin.

Film li ser rêwitîya kesên rastgir e ku ji Swêdê diçin Sûrîye û Iraqê ji bo ku bibin endamên xîlafetê.

Lîstikvaneka kurd a filma Xîlafetê Ala Reyanî derbarê serborîya xwe ya filmê da ligel Rûdawê diaxive.

Beşek ji hevpeyvînê wiha ye:

“Kes ji Kurdan baştir nizane hûrgilîyên Kurdbûnê nîşan bide”

Ala Reyanîyê da zanîn ku ji bextê wê yê çê pisporekî leşkerî wekî şêwirmend bi tîma wan re hebû ku beşdarî şerê DAIŞê bûbû, ji derhêner re gotîye:

“Divê ew dîmen nebe ji ber ku kurd îşkenceyê nakin û ne tiştekî wiha ye ku li nik wan heye” û got, “êdî ew beş jê bir.”

Ala Reyanî di wê bawerîyê de ye ku di her warî de mafên Kurdan hatine xwarin û ku digihe warê hunerê jî gelek tiştên Kurdan hene ku divîyabû wekî xwe bihatana nîşandan lê nehatin nîşandan.

Ala Reyanîyê anî ziman:

“Divê em bi xwe destanên xwe bi hunerê vebêjin. Her wiha zaf girîng e ku em wekî Kurd beşdarî wan fîlman jî bibin ku kesên din ên ne Kurd wan çêdikin û rolên kesên Kurd di wan de hene.

Ji ber ku ti kes ji Kurdan bi xwe baştir nizane hûrgilîyên Kurdbûnê nîşan bide.”

Ji bo berdewamîya hevpeyvînê bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

13ê Nîsanê, li Diyarbekirê konsera Serdar Canan heye!

13ê Nîsanê konsereka Serdar Cananî li Diyarbekirê heye. Serdar Canan dê ligel

Kerem Sevînç dê li Stenbolê bistire

Kerem Sevînç dê 21ê Adarê li Arsen Lupen a Taksimê konserekê bistire.

“Meşa Kîso” ya Selahattin Bulut derketiye

Pirtûka “Meşa Kîso: Çîroka Medya Kitabevi” ya Selahattin Bulutî derketiye. Selahattîn Bulut