Lîstika “Tenê Ez” dê li Amedê were lîstin


Navenda Nûçeyan
Lîstika bi navê “Tenê Ez” dê li Amedê were lîstin. Ew lîstik ji fîlma Charlie Chaplinê hatiye adaptekirin. Navên karakter û welatan di lîstikê da xeyalî ne.
Teksta Şanoyê ji alîyê Cîhad Ekîncî ve hatiye amadekirin.
Lîstikvanên şanoyê Mehmet Musaoglu, Rugeş Kirici Omer Şahin Erhan Mîr û Sakina Jîr in.
Lîstik dê di navbera 24-26 Gulanê da li Şanoya Bajêr a Amedê were lîstin.
Berberê ku di dema şer de qeza kir û hafizeya xwe winda kir, bi salan li nexweşxaneyê radizê û haya wî ji tiştên ku li welatê wî Turmanyayê qewimî tune ye. Di dema ku welatê wî di krîzeke giran a aborî û siyasî de bû, kesê ku ji vê derfetê sûd werdigire û pêşengtiyê dike, ew kes e ku zagonên kêfî derdixe û yekser guh nade qanûnên ku çêkiriye, baweriya xwe bi tu kesî nayîne û xelkê dike. berdêla kaosa ku ji vê bêewlehiyê derketiye bidin, ew êdî împarator e…
Di vê navberê de berberê ku pir dişibe Împerator rojekê ji nexweşxanê derdikeve û vedigere dikana xwe û ev hevşibî di jiyana berber de dibe serdemek nû , û rojekê ji nişka ve tê derxistin pêşberî raya giştî. ji aliyê eskerên ku wekî împarator tê fikirîn axaftinekê dike û axaftina dîrokî dike.
…… Teslîmî kesên kû mêjî û dilên wan bûne makîne nebin”
Teatra Jiyana Nû