Lîstika ‘Sera Pîra’ dê li Amedê li pêşberî temaşevanên xwe be

31/10/2024

Lîstika Şaneşîn Performansê, Sera Pîra dê li Amedê li Şanoya Bajar a Amedê li pêşberî temaşevanên xwe be.

Koma Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya nû, ya bi navê Sera Pîra li pêşberî temaşevanên xwe be.

Lîstik ji Alfonso Paso hatîye wergêran û adaptekirin ku wergêra wê ji alîyê Ümit Aktaş ve hatîye kirin.

Lîstik 2yê Mijdarê, li Amedê li salona Şanoya Bajar a Amedê, saet 19:30an dê li pêşberî temaşevanên xwe be. Maweyê lîstikê saetek e.

Ji bo bilêtan bitikîne.

Şaneşîn Performans 9ê Sibata sala 2022an, li Mêrdînê ji alîyê çend mamosteyên zimanê kurdî û dildarên hunera kurdî ve hatîye avakirin. Ew derketine turneyan û wan li gelek bajaran lîstikên xwe pêşkêş kirine.

Derbarê Lîstikê da:

Li nexweşxaneyê, jinek û mêrek li hêvîya dora xwe ya muayeneyê ne, dema ku li beda dora xwe ya muayeneyê ne piştî sohbet û nêzîkatîya wan dilê wan dikeve hev. Bi vî awayî bûyer li se bûyerê tê heta roja daweta her duyan. Qîza jinikê û lawê mêrikî ewil li dijî zewaca her duyan derdikevin lê paşî, piştî demekî êdî tiştek ji destê wan jî nayê û nikarin xwe li hemberî wan û zewacan wan bigirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ji bo Şaredariya Esenyurtê qeyûm hat wezîfedarkirin

Weşana paşê

Rapora RSFyê: Azadîya çapemenîyê li DYAyê kêm bûye

Te hay ji vê heye?