Lîstika Rîuelîstik îro 18yê Nîsanê li 9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê li Qonaxa Îskender Paşa saet 19.00an derkeve pêşberî temaşevanan.
9emîn Festîvala Şanoyê Ya Amedê 18ê Nîsanê dest pê dike.
Festîval dê neh rojan berdewam bike. (18-27ê Nîsanê)
Di festîvalê da bi giştî 20 lîstik û 6 gotûbêj cih digirin.
Di temamîya festîvalê da, lîstik dê li salona Şanoya Bajêr a Amedê, li ÇANDmayê û ÇANDAMEDê (Navenda Kongreyê) bêne lîstin. Herwiha temamîya gotûbêjan jî dê li Çandmayê bêne li dar xistin.
Rîtuelîstik, bi naveke din Playroots ji sê lîstikên gelerî yên kurdan pêk tê. Di çanda kurdan de bi sedan lîstik û rîtuel hene, lê mixabin ev lîstik û rîtuel di roja me yî îroyîn de li ber windabûnê ne. Yek ji armanca Rîtuelîstikê jî ew e ku van lîstikan car din bîne bîra gel û tomar bike.
Dîwan Academyê bi partneriya Batman Yenisahneyê û bi piştgiriya Vaha’yê ji çend gundên derdora Batman û Farqînê ev lîstik û rîtuel berhev kirine. Di encama berhevkirinê de nêzî 70 heb lîstik hatine berhevkirin û bi konsept û derhênerîya Berfin Zenderdlioğluyê ji van 70 heb lîstikan jî sê heb lîstik, di 13ê Nîsanê li Dîwan Academyê, di 14ê Nîsanê de jî li Batman Yenîsahneyê derket pêşberî temaşevanan.
Lîstik çi ye û çawa tê lîstin?
Lîstik ji vegêrek û çardeh lîstikvanan pêk tê. Vegêr di serî de bi gotinên rîtuelî û çîrokî xêrhatinê li temaşevanan dike û lîstikan dide nasîn. Bî vî hawî gotin û xweşgotinên rîtuelî yên kurdî li nav guhê temaşevanan dikeve û ji temaşevanan ji bo her lîstikê kesekî hildibijêre. Gava dora lîstikê tê ew temaşevan daxilî lîstikê dibe. Di her lîstikê de serekekî lîstikê heye û ev serek ji temaşevanan çend kesên din jî ji bo lîstika xwe hildibijêre. Bi vî hawî temaşevan jî tevlî lîstina lîstikan dibe. Her lîstik jî li qadeke cuda ya mekanê tê lîstin. Pêşî dora kîjan lîstikê ango mekanê be temaşevan didin dû vegêr û lîstikvanan û derbasî ciyê xwe dibin û lîstik dest pê dike. Her lîstik 20 deqe ye û bi tevahî saetek didome.
Her sê lîstik jî ji hêla temaşevanan ve hatin ecibandin. Lîstikên ku têne pêşandan hem xîtabî zarokan hem jî xîtabî mezinan dike.
Mîrza Metîn xwediyê fikir û ramana projeya Rîtuelîstikê ye. Lîstik ji hêla Kenan Demir û Yakup Selimoğlu ve hatine berhevkirin. Berfîn Zendelioğluyê jî konsept û derhênerîya lîstikan bi rê ve birîye.