Şanogerên Mêrdînê yên li Şaneşîn Performansê dê li Wanê lîstîka xwe yê bi navê ‘Penceşêr’ derkevin pêş şanohezan.
Lîstik dê îro (şemî) di seat 20.00an da li Baroya Wanê were lîstin.
Lîstikvanên Penceşêrê Abbas Bayhan, Erdal Açil, E. Pîroz Şêr, M. Xalit Ertoşî, Rênas Nas, Sakînp Salvaci, Serdar Zîv, Şêrko Janzem û Şîrîn Saxlam e.
Yek ji lîstikvanên Penceşêrê Şêrko Janzêm demek berê ji Botan Timesê ra behsa Penceşêrê kiribû:
Lîstika me ya nû yanî Penceşêr, ji lîstika Rojbûna Jokoyî ya Roland Toporê îlhama xwe girtiye. Penceşêr listîkeke performatîf e. Behsa têkilîyên kolonyal û dijkolonyal dike. Em bi vê yekê dixwazin ku temaşevanên me bila bikulin û xwe biêşînin. Lê li ber vê re jî bikenin û em jî ji wan re stranan bêjin.
Texta wê lîstikê ji hêla hevalên me yên Diramaturg, Recep Îçen û M. Xalid Ertoşî ve li gorî çanda Kurdî hatiye amade kirin.
Şêrko Janzêm