Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ dê li Stenbol û Kocaeliyê derkeve ser dîkê

Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ dê li Stenbol û Kocaeliyê derkeve ser dîkê
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

ŞanoWan dê bi lîstika xwe yê “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” derkeve tûrneyê.

Lîstik dê di 22-24ê Gulanê da li Stenbolê û di 25ê Gulanê da jî li Kocaeliyê were lidarxistin.

22yê Gulanê roja duşemê saet di 20.30an da Navenda Çandê ya Avcilar – Stenbol

23yê Gulanê roja sêşemê saet di 20.30an da Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşlî – Stenbol 

24ê Gulanê roja çarşemê saet di 20.30an da Navenda Çandê ya Mustafa Saffet a Ataşehîrê – Stenbol 

25ê Gulanê roja pêncşemê saet di 20.30an da Şanoya Alternatîf – Kocaelî 

ŞanoWan

Li Wanê jî komeke şanoger di bin sîwana “Şano Wan” da xebatên pêk tînin.

Koma ku di sala 2017yan da bi navê “Şanoya Mencel” dest bi xebatan kiribû, di Îlona 2022yan da  navê xwe guherandin û kirin ŞanoWan.

Ew li navenda xwe hem lîstikên xwe pêşkêş dikin, hem sehneya xwe ji bo komên ji derve tên jî vedikin.