Lîsteya rojnamegerên kurd ên hatine kuştin

Lîsteya rojnamegerên kurd ên hatine kuştin
Lîsteya rojnamegerên kurd ên hatine kuştin
Botan Times
  • 6 Nisan 2023 08:25

Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkîyeyê (TGC) di sala 1996an da 6 Nîsanê wekî ‘Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin’ qebûl kiriye.

Di 6ê Nîsanê 1906an de rojnameger Hasan Fehmi Bey li ser Pira Galatayê bi suîkastê hatibû kuştin. Loma TGCê di sala 1996an da ev roj wekî “Roja Rojnamegerên Şehîd” qebûl kiriye. Paşê di sala 2005an da rêveberiya TGCê navê vê rojê guhartiye û wekî “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” qebûl kiriye.

Ji wê rojê û vir ve TGC vê rojê rojnamegerên hatine kuştin bibîr tîne.  Li gor TGCê li Tirkiyeyê 67 rojnameger hatine kuştin.

Bi taybetî piştî salên 1990î di dema rojnameya kurdan ji rojnameyên”Yeni Ulke” û “Gundem”ê da gelek rojnamegerên kurd jî hatibûn kuştin. Em jî di vê rojê de wan bi bîr tînin.

Ji bo bibîranîna wan em carek din navên wan belav dikin:

– Cengiz Altun / 25 reşemî 1992 / Yeni Ulke / Batman
– Mecit Akgun / 2 pûşper 1992 / Yeni Ulke / Nisêbin, Mêrdîn

– Hafiz Akdemîr / 8 pûşper 1992 / Ozgur Gundem / Amed

– Çetin Abayay / 29 tîrmeh 1992 / Ozgur Halk / Batman

– Yahya Orhan / 31 tîrmeh 1992 / Ozgur Gundem / Kercewçê, Batman

– Huseyin Deniz / 9 gelawej / Ozgur Gundem / Serêkaniyê, Riha

– Musa Anter / 20 rezber 1992 / Ozgur Gundem / Amed

– Namik Taranci / 20 sermawez 1992 / Gerçek / Amed

– Kemal Kiliç / 18 reşemî 1993 / Yeni Ulke / Riha

– Ferhat Tepe / 28 tîrmeh 1993 / Ozgur Gundem / Bedlîs

– Nazim Babaoglu / 12 adar 1994 / Gundem / Sêwereg, Riha

– Ersin Yildiz / 3 berfanbar 1994 / Ozgur Ulke / Stenbol (Di bombekirina rojnamegerê de mir. 19 kes jî birîndar bûn)

– Seyfettin Tepe / 28 gelawêj 1995 / Yeni Politika / Bedlîs

– Metin Goktepe / 8 rêbendan 1996 / Evrensel / Stenbol

– Kadîr Bagdu / 14 kewçêr 2014 / Azadiya Welat / Edene

– Rohat Aktaş / 24 reşemî 2016 / Azadiya Welat / Cizîr, Şirnex

Ji bilî vê lîsteyê gelek belavkarên rojnameya Gundemê jî li ser karî hatine kuştin.

Çavkanî: Diyarname