Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbolê Bûrsaspor ceza kiriye

Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbolê Bûrsaspor ceza kiriye
Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbolê Bûrsaspor ceza kiriye
Botan Times
  • 10 Mart 2023 14:18

Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) ji ber di dema maça Amedsporê de êrîşî yarîzan û alîgirên tîma Amedsporê kiriye, tîma Bûrsasporê ceza kiriye.

Lijneyê duh biryara xwe aşkere kiriye û li gorî vê biryarê wê wê di 9 maçan de alîgirên Bûrsasporê negirin stadyûman. Her weha di heman biryarê de li ser hev 326 hezar TL cezayê pereyan jî li Bûrsasporê biriye.

Biryara PFDKyê wiha ye: “Di dema yariya Koma Spî ya Lîga 2yem a TFFyê ya 5ê Adara 2023yan di navbera Bûrsaspor û Amedspor Xebatên Sportîf de hate lîstin, ji ber Kulûba Bûrsasporê bûye sedema xwepêşandanên xirab û nexweş û ji ber ku heman liv û tevger di demsalekê de cara pêncan e li stadyuma wê pêk tên” biryar hatiye dayîn ku Bûrsasporê di maçeke xwe ya li stadyûmê pêk bê, bê alîgir bilîze û 6 hezar TL cezayê pereyan lê bibire. Her weha ji ber ku “di heman yariyê de Kulûba Bûrsasporê valahiya pelikan vala nehiştiye û ve tişt di heman demsalê de sê caran dubare kiriye” biryar hatiye dayîn ku 40 hezar TL cezayê pereyan lê bibire. Dîsa ji ber ku “di heman yariyê de alîgir û endamên Kulûba Bûrsasporê bûne sedema hin bûyeran û liv û tevgerên wan ên ne li gorî fermanan” biryar haiye dayîn ku “li gorî Xala 52/2, ya 46 û 10/2yê ya Fermannameya Dîsîplînê ya Fûtbolê 8 yariyên fermî yên li stadyuma xwe bê alîgir bilîze” û bi 280 hezar TL cezayê pereyan bê cezakirin.

PFDKyê ji berk u êrîşî yarîzanên tîma Amedsporê kirine rayedarên Bûrsasporê Aşkin Degîrmencî û Aybars Turkkan jî ceza kiriye. Li gorî vê biryarê Degîrmencî û Turkkan wê 90 rojan ji hinek mafên xwe bêpar bimînin.

Piştî ku biryar hate aşkerekirin, Kulûba Amedsporê li ser hesabê xwe daxuyaniyek weşand. Li gorî vê daxuyaniyê, Amedsporê gotiye ku “We xelat bita Bûrsasporê çêtir bû, ma jiyana yarîzanên me ewqas erzan e…” 

Çi bûbû?

Di 5ê Adarê de li Bûrsayê, di navbera Bûrsaspor û Amedsporê de maçeke futbolê pêk hat. Beriya wê bi rojekê, alîgirên tîma Bûrsasporê çûbûn ber otela ku futbolîstên Amedsporê lê diman û sloganên nîjadperest berz kiribûn. Duh jî, beriya maçê, di dema maçê û piştî wê de futbolîst, alîgir û rêvebirên tîma Bûrsasporê êrîşî futbolîst, alîgir û rêvebirên Amedsporê kiribûn. Serokê Kulûba Amedsporê Selahattîn Yildirim bi bianetê re axivîbû û gotibû, “Di dema maçê de kêr, güle, hesin, şûşeyên avê jî di nav de komek tişt avêtin qadê, hakem bi rengekî vekirî li bende bû ku kesek bimire, bi ti rengî lîstik neda sekinandin.”


Çavkanî: Ji Ajansa Mezopotamyayê bi rêya nûçeya bianet Kurdîyê