Li Zanîngeha Mimar Sinanê: Semiha Yıldız dê li ser mêtingehîyê biaxive

Li Zanîngeha Mimar Sinanê: Semiha Yıldız dê li ser mêtingehîyê biaxive
Li Zanîngeha Mimar Sinanê: Semiha Yıldız dê li ser mêtingehîyê biaxive
Botan Times

Li zanîngeha Mimar Sinanê, Sempozyûma duyem ya Sosyolojîya Dîtbar tê lidarxistin.

Sempozyûm ji sê rûniştin û munaqeşeyekê pêk tê.

Di beşa munaqeşeyê da Ayça çiftçi, Aylin Kızıl, Aylin Kuryel, Bilge Işık, Övgü Gökçe û edîtora Botan Timesê ya podcastan Semîha Yıldız dê gotarên xwe pêşkêş bikin.

Semîha Yıldız dê di çarçoveya filmê xwe yê anîmasyon Cûdîyê Miradan da, li ser mijara Sömürgeleştirmeyen Bakış: Peki Ama Nasıl? (Nêrîna ku Mêtingeh Nake: Erê, lê çawa?) biaxive.

Edîtora Botan Timesê Yıldız îro Salona Konferansê ya Bomontîyê, bi moderatorîya Özlem Güçlüyê, dê di navbera saet 14:00 û 17:00an da biaxive.