Li Yewnanîstanê dengdêr ji bo hilbijartinên giştî diçin ser sindoqan

Li Yewnanîstanê 9 milyon û 900 hezar hilbijêr îro diçin ser sindoqan. Li welêt dengdana ji bo hilbijartinên giştî vê sibehê dest pê kir. Li gorî sîstema hilbijartinê ya li Yewnanîstanê, hilbijêr ne tenê partî û tifaqan hildibijêrin di heman demê da di nav namzedên parlementeriyê yên partiyan da jî hilbijartinek dike. Piştî ku di […]

Li Yewnanîstanê dengdêr ji bo hilbijartinên giştî diçin ser sindoqan
Li Yewnanîstanê dengdêr ji bo hilbijartinên giştî diçin ser sindoqan
Botan Times
  • 21 Mayıs 2023 10:11

Li Yewnanîstanê 9 milyon û 900 hezar hilbijêr îro diçin ser sindoqan.

Li welêt dengdana ji bo hilbijartinên giştî vê sibehê dest pê kir.

Li gorî sîstema hilbijartinê ya li Yewnanîstanê, hilbijêr ne tenê partî û tifaqan hildibijêrin di heman demê da di nav namzedên parlementeriyê yên partiyan da jî hilbijartinek dike.

Piştî ku di sala 2016an da li Yewnanîstanê temenê dengdanê ji 18an daket 17an, hilbijêrên 17 salî jî dê cara yekem di vê hilbijartinê da dengê xwe bidin.

Ger îro bi encamên ji sindoqan derbikeve hikûmetek neyê avakirin, dê hilbijêr cara duyemîn biçin ser sindoqan.

Lêbelê di hilbijartina duyemîn da, partîya ku herî zêde deng bidest xistiye, dê 20 kursiyên zêde li parlamentoyê bidest bixe.