“Li xwe haydar bin û guhê xwe bidin Hawara ku 90 sal berîya niha bilind bûye”

“Li xwe haydar bin û guhê xwe bidin Hawara ku 90 sal berîya niha bilind bûye”
“Li xwe haydar bin û guhê xwe bidin Hawara ku 90 sal berîya niha bilind bûye”
Gulistan Korban
  • 11 Mayıs 2023 19:30

Ji 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ra hêj çend roj hene. Lê li Amedê jinên endam û alîgirên Partîya Çepên Kesk (YSP) ji niha ve cejnê pîroz kirin. Cejna îsal dibin sîya hilbijartinê da maye.

Di rojeva kurdan da jî ne Cejna Zimanê Kurdî, hilbijartin heye.

Jinên ku li ber bûroya hilbijartinê ya YSPyê hatibûn gel hev, bi cil û bergên xwe yên rengîn govendê digerandin.

Jinan bi yek dengî duruşmeya “Jin jîyan e jîyana jinê ziman e” berz dikirin. Yek ji wan jinên ku dibin dorpeça polîsan da govendê digerand Fatma Kayayê xwedî du zarokan bû.

Kaya ji bo du zarokên xwe tevlî çalakîyê bûye. Ew dibêje, “Dema min dest bi dibistanê kir, min gelek zehmetîyan kişand. Ez naxwazim zarokên min jî li dibistanê heman zehmetîyan bikişînin.”

“Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê ku her du gel êşa hev fêm bikin”

Panayir Çelîk jî bi cil û bergên xwe yê rengîn di nava jinan da cihê xwe girtiye.

Ew daxwaza perwerdehîya zimanê Kurdî dike û dibêje, “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê ku her du gel êşa hev fêm bikin”

“Em êdî naxwazin bangawazîyan bikin”

Jinên hatibûn gel hev dibin dorpêça polêsan da gotin, “Netewa Kurd bi sedan salan e bi hemû nirx û hêmanên xwe yên kurdewar parastiye. Ji bo vê jî hewce ye em bêtir hişyar bin, li xwe haydar bin û guhê xwe bidin ‘Hawara ku 90 sal berîya niha bilind bûye”

Mîr Celadet Alî Bedirxan kî ye?

Di 15ê gulana 1932an de li paytexta Sûriyê Şamê ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve yekemcar Kovara Hawar tê çapkirin. Kovara Hawar, 23 hêjmarên destpêkê bi tîpên erebî bi kurdî û 34 hêjmarên dawî bi tîpên latînî bi kurdî dertê.[4] Di sala 1987an de Firat Cewerî diçe Şamê û hemû hejmarên kovarê di du cîldan de kom dike û di 15ê gulana 1998an de ji ber ku ev salvegera derketina kovarê ye diweşîne. Ev roj her sal ji aliyê saziyên çandî û partiyên siyasî ve wekê roja cejna zimanê kurdî tê pîrozkirin.[5]

Wikipedia