Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Xezeyê saleka şerî: Îsraîlê çawa qedexeya medyayê li ser herêmekê pêk aniye

Wêne: RSF, Xeze

Di saleka borî de li Xezeyê, hêzên Îsraîlê zêdetirî 130 rojnamegerên kuştine, ofîsên çapemeniyê hatine rûxandin û rojnamegerên biyanî ji herêmê hatine qedexe kirin.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ragihandiye ku herî kêm 32 rojnameger dema kar dikirin hatine hedef girtin. Tevî giliyên li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, hîn jî faîlên van êrîşan nehatine darizandin. Bandora vî şerî li welatên cîran jî çêbûye, wek mînak li Libnanê sê rojnameger hatine kuştin.

RSF gazî civaka navneteweyî dike ku rojnamegeran biparêze û dawî li vê rewşa bêcezatiyê bîne.

Rewşa rojnamegeran

Ji destpêka şerî û hir ve zêdetirî 130 rojnamegerên filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li Xezeyê hatine kuştin. Li gorî agahiyên RSFyê, herî kêm 32 ji wan rojnamegeran dema kar dikirin hatine hedef girtin û kuştin.

Qedexeya li ser rojnamegerên biyanî

Rayedarên Îsraîlê hîn jî rê nadin rojnamegerên biyanî ku bikevin Xezeyê. Ew çend nûçegihanên ku ji derveyî Xezeyê destûr standine ku bikevin vê derê, tenê bi çavdêriya hişk a artêşa Îsraîlê karîne vê yekê bikin.

Zextên din

Zext li vê derê ne tenê ev in: ofîsên çapemeniyê hatine rûxandin; nûçegihanên ku hatine desteser kirin bi îşkenceyê re rû bi rû mane; înternet û elektrîk bi rêkûpêk tên birîn.

Bêcezatî

Tevî ku RSFyê çar gilî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ji bo sûcên şerî ên li dijî rojnamegeran li Xezeyê kirine û ofîsa serdozgerê ICCyê di meha Çileya 2024an de teminat daye RSFyê, hîn jî faîl nehatine darizandin û sûc berdewam dikin.

Bandora li ser herêmê

Şerê li Xezeyê bandor li welatên herêmê jî kiriye: li Libnanê sê rojnameger dema kar dikirin ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin. Herçend şeş lêkolînan – di nav de yek a RSFyê – îspat kiriye ku wênekêşê Reutersê Îssam Ebdullah di 13ê Çiriya pêşîn a 2023yan de ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatiye hedef girtin, heta niho tu rayedar ji bo vî sûcî nehatine berpirsiyar girtin.

Çavkanî: Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran

60 rêxistinên navneteweyî li hember zextên li ser medyaya Tirkiyeyê derketin

Li gorî Rapora Çavdêriya Medyayê ya ku Erol Onderoglu,li bianetê weşandiye, di

“Keçên Kobanîyê” dîsa hatiye qedexekirin

Pirtûka bi navê “Keçên Kobanîyê” ya ku behsa têkoşîna li dijî DAIŞê