Li gor nûçeya The Guardianê, di êrîşa Îsraîlê ya li ser dibistaneka li kampeka Nuseyratê ya Xezeyê 17 kes mirine û 42 kes birîndar bûne.
Di heman demê de El-Cezîreyê îdîa kiriye ku Îsraîlê rojnamevanên wan kiriye armanca lêdanê. Li alîyê dî, piştî serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, hewldanên nû yên agirbestê dest pê kirine.
Êrîşa li ser Dibistanê
Li gorî axaftina berdevkê Berevanîya Sivîl a Xezeyê Mahmoud Bassal, hewldanên rizgarkirinê li dibistanê berdewam dikin. Artêşa Îsraîlê îdîa kiriye ku dibistan wek navenda fermandarîya Hemasê hatiye bikaranîn. Nexweşxaneya El-Ewda dîyar kiriye ku 13 zarokên di bin temenê 18 salîyê û 3 jin di nav mirîyan de ne.
Rewşa Bakurê Xezeyê
Li gorî Bassalî, ji 6ê Çirîya paşînê ve di êrîşên li bakurê Xezeyê de 770 kes mirine. Bi hezaran kes ji ber êrîşan, ber bi başûrê Xezeyê ve çûne. Berevanîya Sivîl ragihandiye ku ji ber gefa artêşa Îsraîlê ya kuştina ekîbên rizgarkirinê, xebatên wan li kampeka Cebelîyayê rawestîyane.
Gilîyên El-Cezîreyê
El-Cezîre îdîa kiriye ku Îsraîl rojnamevanên wan ên li bakurê Xezeyê kiriye armanca lê reşandinê. Artêşa Îsraîlê belgeyên ku dibêje li Xezeyê hatine dîtin weşandine û îdîa kiriye ku 6 rojnamevanên El-Cezîreyê endamên Hemasê û Cîhada Îslamî ne. El-Cezîreyê ev tawan wek “hovane û bêberpirsîyar” bi nav kiriye.
Hewldanên Agirbesta Nû
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî serdana herêmê gotiye ku nûnerên Îsraîlê û Amerîkayê dê di rojên pêş de li Dohayê bicivin.
Serokwezîrîya Îsraîlê jî piştrast kiriye ku serokê Mossadê Ronen Bar dê roja yekşemê biçe Dohayê. Hamasê dîyar kiriye ku şandeyên wan serdana Tirkîye, Qatar û Rûsyayê kirine û bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî, Misir û Îranê re di têkilîyê de ne.
Rewşa Alîkarîyê
Blinkenî soz daye 135 milyon dolarên ji bo Filistînîyan bişîne û ji Îsraîlê xwestiye ku rê li ber alîkarîyên ku diçin Xezeyê negire. Her wiha Frensayê konferanseka navneteweyî ya alîkarîyê ji bo Libnanê pêk anîye, lê hêj hewldanên dîplomatîk ên ji bo rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de encam nedaye.
Çavkanî:
- The Guardian
- Al Jazeera
- Berevanîya Sivîl a Xezeyê
- Botan Times