Li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 47 kes mirine

02/12/2024

Di 24 saetên dawîyê de li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 47 Filistînî mirine û 108 kes birîndar bûne. Li gorî Wezareta Tenduristîyê ya Xezeyê, di nav miriyan de du zarokên biçûk jî hene.

Alîkarî hatiye rawestandin

UNRWAyê ji ber sedemên ewlehîyê ragihandiye ku dê alîkarîyên mirovî yên ku ji dergehê Kerem Ebu Salimê re tên şandin, demekê bên rawestandin. Birêvebirê UNRWAyê gotiye ku rewş ji bo xebatkarên wan gelek metirsîdar e.

Heyeteka Hemasê li Qahîreyê

Heyeteka Hemasê niho li Qahîreyê ye û li ser agirbestê gotûbêjan dike. Digel ku artêşa Îsraîlê gelek caran binpê kiriye jî, agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berdewam e.

Hejmara kuştîyan

Ji 7ê Çirîya pêşiyê ya 2023ê ve:

  • Li Xezeyê 44.429 Filistînî mirine
  • 105.250 kes birîndar bûne
  • Li Îsraîlê 1.139 kes mirine
  • 200 kes ji alîyê Hemasê ve hatine desteser kirin
  • Li Libnanê 3.961 kes di êrîşên Îsraîlê de mirine
  • 16.520 kes birîndar bûne

Çavkanî:

  • Al Jazeera
  • Wezareta Tenduristîyê ya Xezeyê
  • UNRWA
  • Botan Times

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Li Gurcistanê protestoyên dijî rawestandina gotûbêjên YEyê berdewam dikin

Weşana paşê

Lehengê tiştên asayî, Gênco bûye xêze-roman