Li Wêranşarê gundîyên ku Santrala Tavê nexwestin hatin desteserkirin

Li Wêranşarê gundîyên ku Santrala Tavê nexwestin hatin desteserkirin
Li Wêranşarê gundîyên ku Santrala Tavê nexwestin hatin desteserkirin
Botan Times
  • 30 Mart 2023 08:23

Li navçeya Wêranşara Rihayê li gundê Kadikoyê gundîyan li hemberî çêkirina Santrala Tavê çalakî lidarxistin. Piştî çalakiyê ew hatin desteserkirin.

Santrala ku dê li ser 11 donim erdî bihata avakirin bûyê sedema nerazîbûna gundîyan.

Li gor agahîyan bi sedema ku santral li ser cihê wan ê mêrg û çîmenê tê avakirin gundîyan destûr nedane ku şîrket santralê ava bike.

Cendirmeyên hatine cihê bûyerê mûdaxale li çalakîya gundîyan kirine û 7 kes desteser kirine.

Li ser bûyerê Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Rihayê jî di hesabê xwe ya Twîtterê da ragihand ku ew dê di derbarê berpirsîyaran da gilîyê bikin.

Parlementera HDPyê ya Rihayê Ayşe Surucu jî dîmenê mûdaxaleya cendirmeyan belav kir û got, “Destên xwe ji ser mêrgên gundîyan vekişînin.”