Li welatên dewlemend nifûs kêm dibin li Afrîqayê zêde dibe

Li welatên dewlemend nifûs kêm dibin û li welatên kêm pêşketî nifûs zêde dibe. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, Afrîka dê di sala 2100î de bibe parzemîna yekane ya ku nifûsa wê zêde dibe.  Tê payîn ku li Tirkiyeyê piştî sala 2050’î nîfûs hedî hedî bihele. Welatên dewlemend ên pêşkeftî yên cîhanê li çareseriyek ji […]

Li welatên dewlemend nifûs kêm dibin li Afrîqayê zêde dibe
Li welatên dewlemend nifûs kêm dibin li Afrîqayê zêde dibe
Botan Times
  • 23 Ocak 2023 13:38

Li welatên dewlemend nifûs kêm dibin û li welatên kêm pêşketî nifûs zêde dibe.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, Afrîka dê di sala 2100î de bibe parzemîna yekane ya ku nifûsa wê zêde dibe. 

Tê payîn ku li Tirkiyeyê piştî sala 2050’î nîfûs hedî hedî bihele.

Welatên dewlemend ên pêşkeftî yên cîhanê li çareseriyek ji kêmbûna tund a nifûsê re digerin. 

“Niha ye an qet nabe”

Alarma dawî ji Japonyayê hat.  Japonyaya ku wekî welatê kaltîrîn yê cîhanê tê zanîn daneyên jidayikbûnê yên sala 2022an li hêviyên herî neyînî jî derbas kir. 

Di dîroka welêt de cara ewil hejmara jidayikbûnê daket bin 800 hezarî. Serokwezîr Fumio Kishida ji bo pêşîgirtina li kêmbûna rêjeya zayînê banga lezgîn kir û got, “Niha ye an qet nabe.”

Dema ku nifûsa Ewropa, Amerîka û Asyayê di demek dirêj de kêm dibe, tê payîn ku Afrîka wêneyek cûda bikişîne. 

Nifûsa parzemîna Afrîkayê ku niha 1,4 milyar e, tê pêşbînîkirin ku di sala 2100î de bibe 3,9 milyar. 

Wê nifûsa Tirkiyeyê jî kêm bibe

Guherîna pêkhateya nifûsê ya li welatên pêşkeftî ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. 

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2021an da nifûsa Tirkiyeyê 84 milyon û 680 hezar kes bû û rêjeya kal û pîran jî di nav nifûsê da zêde bû.

Li gorî pêşbîniyên Neteweyên Yekbûyî, tê texmînkirin ku kêmbûna nifûsê li Tirkiye, Hindistan, Endonezya û Îngilîstanê piştî sala 2050’î dest pê bike.

Çavkanî: DW