Li Wanê û Bedlîsê ji ber berfê navberdan perwerdeyê

Li wanê ji ber barîna berfa zêde navber dan perwerdeyê.

Herwiha li Bedlîs û gundên wê jî rojekê navber dan perwerdeyê ji ber barîna berfê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, barîna berfê ya danê êvarê li Wanê dest pê kir, bandoreke neyînî li gelek navçeyan kir. Ji ber barîna berfê li navçeyên Bêgirî, Miks û Seravê rojekê navber dan perwerdehiyê. Hate ragihandin ku li gundên li herêma Gorandeşt a girêdayî navçeya Payîzavayê jî rojekê navber dane perwerdehiyê. 

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times