Li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan 15 rojên din hat dirêjkirin

Li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan 15 rojên din hat dirêjkirin
Li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan 15 rojên din hat dirêjkirin
Botan Times
  • 30 Aralık 2021 08:06

Li Wanê qedexeya meş, çalakî û xwepêşandan careke din ji bo 15 rojan hatin qedexekirin. Ku ev qedexe ji sala 2016an ve heye û her tê dirêjkirin.

Wek gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê, li Wanê jî berî ku qedexe bi dawî be hercar tê dirêjkirin. Li parêzgehê qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyan careke din bo 15 rojan hat dirêjkirin.

Li gor nûçeya Rûdawê Şarederîya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî, eşkere kiriye ku li tevahiya bajar hemû çalakî, meş û xwepêşandan ji 30ê Kanûna 2021ê heta 13ê Çileya 2022an hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku ev biryar “bi armanca parastina ewlekariya can û malê welatiyan, parastina ewlekariya millî û tendirûstiya giştî, parastina asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha” hatiye dayîn.