Li Wan û Colemêregê dê ji bo rojnamegeran kargeha podcastan pêk bê

Podcast Kurdî û Kargeha Podcastan dê 9 û 10ê îlonê li Wan û Colemêrgê ji bo rojnamegeran kargeha podcastan pêk bînin.

Kargeh bi piştgiriya FES Tirkîyeyê pêk tê û dê belaş bin.

Avakarên Podcast Kurdîyê rojnameger Rabîa Çetîn û Mihemed Salih Bedirxan û dîrektora projeyan ya Podcast Kurdîyê Dilek Durgun dê di bernameyê da perwerdeya çêkirina podcastan bidin.

Ji bo serlêdanên perwerdehîyê lînkê bitikînin.