“Li vir êdî heyat nemaye ez ê dikanê ji kê ra vekim”

“Li vir êdî heyat nemaye ez ê dikanê ji kê ra vekim”
“Li vir êdî heyat nemaye ez ê dikanê ji kê ra vekim”
Gulistan Korban
  • 29 Mart 2023 14:02

Erdhêjên di 6ê Sibatê da pêk hatîn, li welêt bûbû sedema weranîyeke mezin.

Rêxistina Karî ya Neteweyî (ILO) eşkere kir ku di erdhêjan da zêdeyî 650 hezar karker bêkar mane. Zerer li 150 hezar kargehan bûye.

Ji wan kargehan yek jî yê Mehmet Çaglayanî ye. 

Ew heta 6ê Sibatê li Semsûrê karê kirrîn û firotina erebeyan dikir.

Ji ber erdhêjê, xesar li dikana wî bûye . Ew 2 meh in nikare kargeha xwe vebike.

Berîya erdhêjê kargeha Meheme Çaglayanî

Ew dibêje, “Zerera min ya van du mehan 50 hezar e. Li gel dikana me girtiye jî divê em dîsa mesrefên sîgortayên erebeyan û kirêya kargeha xwe bidin. Ev yek ji bo esnafan mesrefeke giran e.

Piştî erdhêjê kargeha Mehemeyî

Semsûr yek ji wan bajaran bû ku di erdhêjê da wêran bûbû.

Li gor daneyên Wezareta Bajarvanîyê li Semsûrê hezar û 485 avahî hilweşîyane.

Di nav wan avahîyan da hejmara kargehan jî gelek in.

Xwedîyê kargehên ku li ser pîya mane jî bêhevî ne.

Beriya erdhêjê dikana Mehemeyî

Dikandar Meheme yê ku 15 sal in li kolaneka Semsûrê da dikana xwe bi rê ve dibe dîyar dike ku;

Erê tiştek bi dikana min nehatiye lê ev du meh in ez nikarim dikana xwe vekim. Cara yekem va min îro dikanê vekiriye. Tiştên di dikana min da zerer dîtine. Ji mûşteriyên min yên berê kesekî nemaye. Yan koç kirine, yan jî mirine. Li vir êdî heyat nemaye ka ez ê dikanê ji kê re vekim.

Dikandar Mehemeyî

Li gor daneyên hatine belavkirin ji ber erdhêjê li Semsûrê nêzîkî 4 hezar mirov mirine.