Li Ugandayê qanuna rê li ber darvekirina LGBTIyan vedike hat erêkirin

Li Ugandayê qanuna rê li ber darvekirina LGBTIyan vedike hat erêkirin
Li Ugandayê qanuna rê li ber darvekirina LGBTIyan vedike hat erêkirin
Botan Times
  • 30 Mayıs 2023 08:44

Li welatê Efriqî ya Ugandayê qanûna ku hevzayendîyê dike sûc, di Adara borî da ji aliyê parlamentoyê ve hatibû qebûlkirin.

Serokkomar Yowerî Musevenî qanûn îmze kir û xist meriyetê. Di qanûnê da ji bo hevzayendan cezayê îdamê an jî hepsa heta hetayî heye.

Li gorî nûçeya BBC Tirkîyê, ew kesên ku ‘bi kesekî/ê ji 18 salî biçûktir ra têkilîyeke hevzayendî deynin’ yan jî nexweşîya HIVê bi wan ra peyda bibe dê bên îdamkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden qebûlkirina qanûnê wekî ‘binpêkirina trajîk a mafên mirovan ên gerdûnî’ bi nav kir.