Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Trabzonê çi bû? karkerên Kurd çima rastî êrişê hatin?

22/06/2023

Karkerên kurd yên ji ber neçarîyê bo xebatê berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkîyeyê û Behra Reş rastî êrişên nijadperest tên.

Agahîya êrişê ya herî dawî ji Trabzonê hat. 6 karkerên kurd yên ji Agirîyê, ji bo ku li înşata TOKÎyê bixebitin çûbûn Trabzonê, rastî êrişê hatine.

Eriş, li bajarokê Esîroglûyê yê navçeya Maçkayê pêk hatîye.

6 karker ku di wesayîtekê da bûn û ji bo vegerin mala xwe ji înşaatê derketine. Di destpêka gundî da rastî êrişekê hatine.

Yek ji wan karkerên kurd Umut Gîder, ku bi rêya telefonê me pê ra peywendî danî, bo Botan Timesê derbarê roja êrişê da axivî:

“Me karê xwe xelas kiribû û bi wesayîta xwe em ber bi malê ve diçûn. Di rêya gundî da zilamekî destê xwe ji me ra rakir û me jî got qey alîkarîyê dixwaze û em sekînin. Zilam ne pir mezin bû, hema destê xwe di camê da dirêjî birayê min kir û tilîya xwe li me hejand û got: “Dengê wî muzîkê bigire. Dema hûn di rêya gund da derbas dibin, hûn nikarin vê muzîkê vekin.”

Karker Umut Gîder

Ew muzîka ku behsa wî tê kirin jî muzîkeka kurdî ye.

Tê gotin ku ji ber ku dengê muzîkê hatiye bihîstîn, êriş li li wan hatiye kirin.

“Dengê muzîkê jixwe kêm bû. Me jî got, em dikarin kêm bikin, lê ka ji bo çi bertekê nîşan dide. Hema di derbekê da ji pencereyê kulmek li birayê mi da. Ji ber em 6 kes bûn, me bersiva wî neda.”

Karker Umut Gîder

Gîderî diyar kir ku piştî nîqaşa di navbera wan da ji nişkê ve gundî bi wesayîtên xwe û bi dar û beran hatine û êrişî wan kirine.

Di wê êrişa da bi daran û beran serê karkerekî hatiye şikandin û bi deh kêlan hatiye dirûtin; kêr li milê yekî dane û pozê wî şikandine. Milê karkerekî jî ji cihê xwe derketîye.

Walîtî: Nîqaşeka piçûk e

Parêzgarîya Trabzonê derbarê karkerên kurd da daxuyanîyek belav kir û êriş wekî nîqaşeka biçûk bi nav kir.

Di daxuyanîyê da hat îdiakirin ku êriş ne ji ber guhdarkirina muzîka kurdî çêbûye. Êriş û pevçûn ji ber “dengê bilind ê muzîkê” pêk hatîye.

Sendîkaya DEV ÎŞê jî li ser bûyerê ji hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek weşandîye û gotiye

“ew êrîşa faşistane ya li ser karkerên avahîsazîyê şermezar dike.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û