Li Tirkiyeyê rêjeya bêkarîyê bûye %25.6

11/11/2024
Bismil, dema karker patozê dikin. Yek ji karkeran li ser pêyan bêhna xwe vedike, foto: Murat Bayram

TÜİKê daneyên bêkarîyê yên meha Îlonê eşkere kirine. Li gor daneyên nû, rêjeya bêkarîyê bûye %25.6. Rêjeya bêkarîyê ya jinan bûye %12.3, ya mêran jî %6.7 e.

Li gor daneyên Sazîya Statistîkê ya Tirkîyeyê (TÜİK) yên meha Îlonê, rêjeya bêkarîyê ya bi pîvana teng li ser %8.6ê maye. Lê belê rêjeya bêkarîyê ya bi pîvana fireh bûye %25.6.

Bêkarîya ciwanan bilind dibe

Di kategorîya temenê 15-24 salîyê de rewş xerabtir e. Rêjeya bêkarîyê di vê kategorîyê de bi qasî 0.3 xalan zêde bûye û bûye %17.1.

Di nav keçên ciwan de ev rêje bûye %24.0, di nav xortên ciwan de jî bûye %13.5.

Hejmara bêkaran zêde dibe

Di meha Îlonê de 35 hezar kesên nû li bêkaran zêde bûne. Bi vî awayî hejmara bêkaran bûye 3 milyon û 100 hezar kes.

Çavkanî: Gazete Duvar, Botan Times

11ê Çirîya paşiyê 2024


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Li Sûriyê dem û dewraneka nû dest pê kiriye – Reuters

Çekdaran paytext girtiye û Esed reviyaye Rûsyayê. Li Şamê jîyanê dest bi