Digel polîtîkayên înkarê yên netew-dewletê li Tirkiyeyê, kurdî dengê têkoşîna gelê xwe ji bo nasname û çandê didomîne.
Di pêkhateya pirçandî de ya li Tirkiyeyê, naskirina zimanê kurdî di raya giştî û perwerdehiyê de, ji aliyekî ve îşaret bi pêvajoyên demokratîkbûna dewletê dike, ji aliyekî din ve jî nakokiyên nasnameya netewe-dewletê û polîtîkayên zimanî derdixe holê.
Pêngavên wek weşana kurdî li televîzyonên dewletê, avakirina beşên kurdolojiyê li zanîngehan û hebûna dersa kurdî wek dersa hilbijartî li dibistanên dewletê, nîşan dide ku kurdî heta radeyekê tê naskirin. Lê qedexekirin an jî sînordarkirina bikaranîna kurdî, di pêvajoyên qanûnî de, dînamîkên kûr û tevlihev, binyada polîtîkayên zimanî yên li Tirkiyeyê nîşan dide. Sondxwarina parêzeran a bi kurdî bûye nakok û ev jî rastiyeke girîng nîşan dide ku ev nakokî îro jî berdewam in.
Komara Tirkiyeyê cihêrengiya civakî ya ku ji pêkhateya pirzimanî û pirneteweyî ya Împaratoriya Osmanî wergirtiye, ji bo ku di çarçoveya netewe-dewleteke modern de biguncîne, polîtîkayên yekzimanî û yeknasnameyî pejirandine. Bingeha vê siyasetê ew e ku dewlet homojenkirina zimanî wek amûrekî misogerkirina yekîtiya neteweyî dibîne. Qebûlkirina zimanê tirkî wek zimanê fermî û sînordarkirina bikaranîna zimanên din li qadên giştî, di pêvajoya nûjenkirin û avakirina nasnameya neteweyî ya Tirkiyeyê de yek ji gavên herî girîng e.
Koka van polîtîkayan li ser pêvajoya netewe-dewletên nûjen diafirînin ku wekî Benedict Anderson dibêje “civakên xeyalî” ne. Netewe-dewlet hewl didin ku yekitiya civakî bi afirandina nasnameyekê misoger bikin ku li dora zimanekî neteweyî teşeyê xwe girtîye (Anderson, 1991). Polîtîkayên zimanî ên Tirkiyeyê jî di vê çarçoveyê de dikarin bên nirxandin; Dema ku tirkî wek sembola nasnameya neteweyî û otorîteya dewletê tê dîtin, bikaranîna zimanên din ên wekî kurdî li qadên giştî wisa tê dîtin ku wê yekitiya neteweyî dixe xetereyê (Gellner, 1983).
Pêvajoyên hiqûqî yek ji wan qadan e ku serweriya dewletê herî zêde li wir tê hîskirin. Bikaranîna zimanê fermî wekî îfadeya desthilatdariya dewletê û yekîtiya neteweyî tê dîtin. Di vê çarçoveyê de îtirazên li hemberî parêzerekî ku bi kurdî sond xwariye, nîşan dide ku ziman ne tenê wekî navgîna ragihandinê, di heman demê de wekî nîşaneya îdiaya dewletê ya serweriyê jî tê dîtin. Têgeha Pierre Bourdieu ya “sermayeya zimanî” di vê çarçoveyê de ravekirineke girîng dide. Li gorî Bourdieu, ziman ne tenê amûrekî ragihandinê ye, lê di heman demê de ronîkirina têkiliyên hêza civakî ye (Bourdieu, 1991). Di pêvajoyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê, tirkî tenê wek zimanê fermî maye, mirov dikare vê wek nîşaneya van têkiliyên desthilatdariyê binirxîne.
Ev jî nîşan dide ku polîtîkayên dewletê yên zimanê fermî wek amûreke siyasî û îdeolojîk tê bikaranîn. Astengiyên li hemberî bikaranîna kurdî, di pêvajoyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê, berfirehkirina hewldanên dewletê, ji bo parastina nasnameya neteweyî ye. Di vê çarçoveyê de bikaranîna kurdî ne tenê pirsgirêkeke zimanî ye, di heman demê de di warê serweriya neteweyî û yekparebûna civakî de jî qada têkoşînê ye.
Gavên wek weşana kurdî di televizyona dewletê TRT kurdî de, vekirina beşên kurdolojiyê li zanîngehan û hebûna dersa kurdî wek dersa hilbijartî li dibistanên dewletê nîşan dide ku nasnameya kurdî heta radeyekê tê naskirin. Gavên bi vî rengî di çarçoveya pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê de ya ji bo Yekîtiya Ewropayê û hewlên li gorî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî hatine avêtin (Kaya & Baldwin, 2004). Lê van gavan têrê nekirine, tê dîtin ku statûya kurdî di qada giştî de hîna bisînor e û ev statûya di pêvajoya avakirina nasnameya neteweyî ya dewletê de, di çarçoveya hin sînoran de berdewam dike.
Ji aliyekî ve naskirina kurdî di hin astan de wek hewldanên demokratîkkirina dewletê dikarin bên şîrovekirin, ji aliyê din ve jî sînordarkirina vê naskirinê û qedexekirina kurdî bi taybetî di pêvajoyên hiqûqî de nîşan dide ku ev hewldan bi sînor in û bi nakok in. Ev rewş bi feraseta biyopolîtîk a Michel Foucault dikare bê ravekirin. Foucault mekanîzmayên kontrolkirin û birêkûpêkkirinê yên ku ji aliyê dewletên nûjen ve li ser kesan hatine avakirin, bi têgeha biyopolîtîkê rave dike (Foucault, 2003). Qedexekirina bikaranîna kurdî ya di pêvajoyên hiqûqî de wek parçeyeke ji van mekanîzmayên kontro û biyopolîtîkê yên dewletê tê dîtin.
Li Tirkiyê, nîqaş di warê giştî û qanûnî de li ser statûya kurdî berdewam in, ev nîqaş tevliheviya nasnameya neteweyî û polîtîkayên zimanî yên dewletê nîşan dide. Naskirin û danasîna kurdî di hin waran de (wek TRT Kurdî, vekirina beşên Kurdolojiyê li zanîngehan û hwd.) heta radeyekê bi pêş ketiye, Tirkîye herwekî vê wekî gaveke pirzimanî qebûl dikê, wisa tê dîtin û nirxandin. Lêbelê qedexekirina bikaranîna kurdî di pêvajoyên hiqûqî de, nîşaneya hewldanên dewletê ye ji bo parastina yekîtî û serweriya neteweyî. Ev rewşa nakok dibine sebeb ku polîtîkayên zimanî yên li Tirkiyeyê di çarçoveyeke dîrokî û sosyolojîk de ji nû ve bên nirxandin.
Çavkanî
1- Anderson, B. (1991). Civatên Xeyalî: Nêrînên Li Ser Pêşîn û Belavbûna Neteweperestiyê. London: Verso.
2- Bourdieu, P. (1991). Ziman û Hêza Sembolîk. Cambridge: Weşana Zanîngeha Harvardê.
3- Foucault, M. (2003). Divê Civak bê Parastin: Dersên li Collège de France, 1975-76. New York: Picador.
4- Gellner, E. (1983). Netewe û Neteweperestî. Oxford: Blackwell.
5- Kaya, A., & Baldwin, C. (2004). Îslam, Koçberî û Yekbûn: Serdema Ewlekariyê. New York: Palgrave Macmillan.