Li Tirkîyeyê Kurdbûn û rojnamegerî 

Di warê azadîya çapemenîyê da yek ji welatên herî xirab Tirkîye ye.

Di 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî da rojnamegerên li Tirkîyeyê dixwazin balê bikişînin ser girtin û lêpirsînên di derbarê wan da hatine vekirin.

Rejîma heramîyan wê piştî 10 rojan bi dawî bibe, rûxiya, wê birûxe.

Sedat Yilmaz

Rojnameger û edîtorê Ajansa Mezoptamyayê Sedat Yilmaz duh bi şev piştî ku hate girtin ev gotin bilêv kiriye.

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû jî bi wî ra ji heman dozê hatiye girtin.

Bi tevî girtina wan di 11 mehên dawî da 34 rojnamegerên Kurd hatine zîndan kirin.

Rojnamegerên Kurd bi ‘Endamtîya Rêxstinê’ tên tometbarkirin û ceza li wan tên birîn.

Li gor rojnameger Bîlal Gûldemî jî van suçdarîyan bi zanebûn li hevalên wan tên kirin. 

Guldemî berîya çend rojan ji Botan Timesê ra gotibû, “bi navê endamtîya rêxistinê dixwazin xebatên me terorîze bikin”

Li gor Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) jî hikûmet berîya hilbijartinên 14ê Gulanê zextên li ser rojnamegeran zêde kiriye.

RSFyê ji bo Roja Azadîya Çapemenîyê ya Cîhanî raporek weşand. Rêxistinê ji bo girtina rojnamegerên Kurd jî dibêje, “girtina bi komî ya rojnamevanên Kurd azadîya medyayê tehdît dike.”

Di rapora RSFyê da hat eşkere kirin ku Tirkîye di warê azadîya çapemenîyê da di nava 180 welatan da di rêza 165an da ye.

Welatên wek Rûsya, Afganîstan, Pakîstan, Lîbya û Sûdan di warê azadîya çapemenîyê da li pêş Tirkîyeyê ne.

Edîtora Ajansa Mezoptamyayê Arjîn Once jî diyar kiribû ku 3ê Gulanê ji bo wan rojeke bêwate ye.

Ew niha li şûna 6 hevalên xwe yên girtî kar dike û dibêje, “metirsî heye ku ez jî bêm girtin.”