Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin. Platformê di raporeka berfireh de diyar kiriye ku binpêkirin di qadên civakî, çand û huner, medya û girtîgehan de pêk hatine.
Qada civakî herî zêde hatiye armanckirin
Li gorî raporê, herî zêde li qada civakî binpêkirin pêk hatine. Li Parlamentoyê dengê parlamenterên bi kurdî diaxivin hatiye birîn û li şaredariyan tabelayên bi kurdî hatine daxistin. Li dibistan û nexweşxaneyan daxwaza xizmetgurazî û perwerdeya bi kurdî nehatiye pejirandin. Di vê qadê de 153 bûyer hatine tomarkirin.
Walîtiyan konser û şano qedexe kirine
Di beşa çand û hunerê de 27 bûyer hatine tomarkirin. Walîtiyan bêyî sedem şanoya “Qral û Travîs” li çar bajaran qedexe kirine. Hunermend Helîm Arslan û Azad Bedran hatine desteserkirine û hesabên medyaya civakî yên Rotînda hatine girtin.
Li girtîgehan pirtûkên kurdî hatine qedexekirin
Li girtîgehan 18 bûyerên binpêkirinê pêk hatine. Girtî nikarin bi zimanê dayikê bi malbatên xwe re peywendî deynin û ji bo pirtûk û nameyên bi kurdî daxwaza pereyê wergeriyê ji wan tê kirin. Girtî nikarin rojname û kovarên bi kurdî bi dest bixin.
Medyaya kurdî bûye hedefa sansurê
Di qada medyayê de 11 bûyerên binpêkirinê hatine tespîtkirin. Rojnameya Xwebûn, JinNews û Ajansa Mezopotamya rastî astengîyan hatine. 120 pirtûk, kovar û rojnameyên bi kurdî hatine qedexekirin. Platforma Xê jî hesabên van saziyên medyayê yên bi kurdî weşanê dikin, gelek caran asteng kiriye.
Çavkanî:
- Kurdish Monitoring
- Rapora Binpêkirinên Mafê Zimanê Kurdî ya sala 2024ê
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.