Sazîya Îstatîstîkan a Tirkîyeyê (TUİK), 5ê Hezîrana 2024an raporek belav kirîye li ser hejmara sînema û şanoyan.
Li Tirkîyeyê li gorî daneyên berdest yên TUİKê 808 salonên şanoyan hene. Gelo çend heb ji van kurdî ne? Rewşa şanoya kurdî çawa ye?
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê bi milyonan kurd dijîn û bi zimanê kurdî (kurmancî, zazakî) diaxivin. Dema mirov li statuya zimanê kurdî ya li Tirkîyeyê dinêre mirov dibîne ku ziman di bin polîtîkayên asîmîlasyon û bişaftinê da ye. Herçiqas bi awayekî fermî çi astengî li ber zimanê kurdî nebin jî tê dîtin ku bi awayekî keyfî gelek caran çand, ziman, çalakî, şano û bernameyên kurdî têne astengkirin û qedexekirin.
Ji ber gelek sedemên cuda yên wekî bazar, zextên li ser zimanê kurdî û polîtîkayên asîmîlasyonê di gelek qadên kurdî û xebatên kurdî da yên wekî şano, sînema, xwendina kurdî, weşanxane û hwd nayên tercîhkirin. Zûbizû mirov nikare xwe bide bin barê vekirina sazî û dezgehekê ji ber nebûna bazarê.
Nebûn/kêmbûna şanoyên kurdî li Kurdistanê û Tirkîyeyê jî mirov dikare bibêje ku girêdayî yek ji wan sedeman e. Belkî jî zêdetir girêdayî bazarê ye û îcrakarên wê jî, ji gelek kêm kesan pêk tê. Şanoger Mîrza Metîn di pêşgotina dosyeya Şanoya Kurdî da ya Kürt Araştırmaları, balê dikêşe ser sekn û kiryarên şanogerên kurd li bakur: Şanogerên bakurî li dora sî sal in di warê pratîka şanoyê de (afirandina lîstikan, organîzasyon, perwerdehî, avakirina sehneyan, liberxwedana hember sansur û qedexeyan û hwd.) kondîsyoneke pratîk bi dest xistine.
Piştî tayînkirinên qeyûman bo ser şaredarîyan, şanogerên kurd berê xwe dane sahneyên alternatîf û li gelek bajarên Kurdistanê sahneyên nû hatin avakirin. Şanoya Bajêr a Amedê yek ji wan koman e ku piştî qeyûman berê xwe dane qada sivîl û li ser xebatên xwe yên 30 salan li Amedê sehne ava kir. Mirov dikare bibêje ku vê yekê hez da komên din jî da ku bikarin li bajarên cuda sahneyên xwe ava bikin. Bo nimûne li Batmanê Yeni Sahne, Dîwan Academy û Tîyatro Rîtuel, li Mêrdînê Şaneşîn performans û li Wanê jî Şanowan vebûn.
Ji ber nebûna bazarê û gelek sedemên din jî salonên kurdî kêm in, şanoger û komên şanoyê di bidestxistina salonan da zehmetîyê dibînin ji bo ku lîstikên xwe nûmayiş bikin. Erdal Kaya şanoger û lîstikvanekî kurd e û Stand-Upeka bi navê Vik û Vala heye, wî di hevpeyvîneka xwe da derbarê vê yekê da wiha gotîye: “Dema me nû dest bi lîstika xwe kir, gelek zehmet bû mirov sehneyekê peyda bike. Carna 6 mehan em li benda salonan diman. Xwedîyên salonên taybet jî xwe nedida ber ku salona xwe bidin me.” Ji ber ku lîstik kurdî bû û bazara wê tunebû di destpêkê da eleqe tunebû. Lê piştre ew lîstik li gelek cihan tê nûmayîşkirin û popûler dibe, li ser vê yekê, yanî piştî ku bazara wê çêdibe derîyên salonan jê ra vedibin. Li gorî nûçeya Rûdawê, sala 2023yan, li ser platforma Biletinial, lîstika Vik û Vala dibe yek ji lîstikên herî zêde hatîye nûmayîşkirin.
Pal û pişteka fermî ji bo zimanê kurdî û kar û xebatên kurdî nîne. Wekî fermî mirov dikare vê yekê nîşan bide. Piştî şaredarî ketin destê DEM Partîyê dîsa liv û hereketek ketîye xebatên çand û hunera kurdî û zimanê kurdî. Zêdetir, barê xebat û lêxwedîderketina zimanê kurdî li ser milê dilxwaz, çend sazîyên sivîl û kesan maye. Ev yek di warê sînema û şanoyê da jî wisa ye û bi tenê li ser pişta çend kes, kom û sazîyan maye û pal û pişteka fermî nîne bo şanoya kurdî. Bo nimûne dema li Mêrdînê şaneşîn Perfomansê daxuyanîya xwe ya ewil da ji bo şanoya xwe, wiha gotine: “Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û dilxwazên vê qadê ve di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin. Armanca me xizmetguzarîya şanoya kurdî û herweha Zimanê Kurdî ye.“
Şanoger Berfin Zenderlioğlu, di nivîseka xwe da, derbarê desthilat û hunerê da balê dikêşe ser nêzîkatîya destilatê bo hunera kurdî û wiha dibêje: Dema îdeolojîya fermî hewl daye ku hunera kurdî û hunermendên kurdan bikin qurbana mekanîzmayên desthilatê, şanoya kurdî ya xema danîna bingeheka şanoyî/teatral dixwe, kirîye rik û tam jî di dema nîqaşên di derbarê hunerê da, li alîyekî din ji ‘çawanîya’ hunerê zêdetir, bi ‘çi’bûna hunerê ra têkildar bûye û wê hewl daye qadeka hilberînê ava bike.
Ev kes, sazî û dezgehên taybet ên kurdî û qadên hilberînê, berxwedan û têkoşîna li hemberî ziman û çanda kurdî ne ku dewlet bi polîtakayên xwe hewil dide vê hilberînê asteng bike. Bo nimûne astengkirina şanoyên kurdî. Ev sekn û polîtîkayên li hemberî zimanê kurdî û kurdan kêm zêde, heta redeyekê, naveroka lîstikên şanoyan jî dîyar dike ku naveroka çendîn lîstikên şanoyê rexne û gilî û gazin in li ser rêveberîyê û hikûmetê. Nivîskar Înan Eroglu derbarê van cure naverokan da, bo mereqdaran pirseka giring dike ka gelo bi rastî jî hewce ye an ne?
Em berê xwe bidinê ka bi giştî (li gorî agahîyên berdest) çend şanoyên kurdî hene.
Şanoger û lîstikvan Deniz Özer, bo Botan Timesê da zanîn ku li Kurdistanê û Tirkîyeyê ev şanoyên kurdî hene.
Li kîjan bajaran şanoyên kurdî hene?
Wan: Şano Wan, Nûpelda
Mêrdîn: Mars û Şaneşîn Performans
Batman: Şano Ar, Yeni Sahne, Araf Tiyatro, Şermola Performans, Rîtuel
Amed: Şanoya Bajêr a Amedê, Mordem Sanat, Tiyatro Ger
Stenbol: Tîyatro Jîyana Nû, Şa Performans, Dubare Kumpanya, Sî Tîyatro, Şermola Performans