Li Tirkîyeyê – 79 hezar şîrket hatine girtin û 260an jî îflas kirîye

27/09/2024

Li Tirkîyeyê 79 hezar û 485 şîrket hatine girtin, 260 şîrketan jî îflas kirîye.

Ev demekî dirêj krîzên ekonomîk bedewam in û hema bêje tesîrê li ser her tiştî dike. Ev krîz dibin sedem ku xelk ji karê xwe bibe û xisareka maddî bigihijê.

Li gorî nûçeya Rûdawê Parlamenterê CHPyê Mehmet Tahtasiz, pirsenameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkîyeyê kir û ji Wezîrê Bazirganîyê pirsî bê ma salên dawîyê çi qas kompanyayan top avêtîye.

Li gorî bersiva Wezîrê Bazirganîyê Omer Bolat, li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê di navbera 1ê Kanûna Paşîn a 2021ê û 31ê Tîrmeha 2024an de 79 hezar û 485 şirket hatine girtin.

Her wiha di heman heyamî de 446 hezar û 227 şirketên nû hatine damezirandin.

Ji destpêka sala 2021ê û heta 31ê Temûza 2024an serlêdana hezar û 260 kompanyayên ku îflas kirîye hatîye qebûlkirin.

Her wiha hezar kompanyayên din jî serlêdana îflasê kirîye û pêvajoya wan berdewam dike.

Divê were gotin ku li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê bi giştî milyonek û 491 hezar û 987 şirket hene.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Amedsporê 84 hezar lîre ceza xwar

Weşana paşê

Gelo Tirkiyeyê rişwet daye şaredarê New Yorkê?

Te hay ji vê heye?