Li Sûriyê çekdarên HTSyê desthilata Esed hilweşand, demên zor li pêş in – Reuters

08/12/2024

Îro 8ê kanûna pêşiyê, piştî 13 salên şerê navxweyî, çekdarên HTSyê ketine Şamê û dawî li desthilata malbata Esedî anîne. Li gorî çavkanîyan, Beşar Esed ji welatî reviyaye û cihê wî nayê zanîn.

Rewşa niho li Şamê

Bi hezaran kesî li meydana navendî ya Şamê kom bûne û dirûşmên azadiyê dane. Li gorî şahidan, xelk ketine Qesra Serokatiyê ya El Rewdayê û hin kes bi kelûpelan ve derketine. Çekdarên HTSyê ragihandine ku girtiyên zindana mezin a li derveyî Şamê hatine berdan.

Helwesta Fransayê û welatên rojavayî

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî gotiye ku “Dewleta hovane hilweşiyaye” û hêviya aştî û azadiyê ji gelê Sûriyê re xwestiye. Wezareta Karên Derve ya Fransayê ji bo Sûriyê gazî yekîtiyê kiriye.

Bandora li ser herêmê

Tirkiyeyê hişyarî daye ku rê nede rêxistinên terorîst ji rewşê sûd werbigirin. Îsraîlê ragihandiye ku hêzên xwe li herêma tamponê ya Neteweyên Yekbûyî bicih kiriye. Libnanê jî hêzên xwe li ser sînorî zêde kiriye.

Vekişîna Hizbullahê û Îranê

Li gorî du çavkaniyên ewlehiyê yên Libnanê, Hizbullahê hemû hêzên xwe roja şemiyê ji Sûriyê vekişandiye. Li Şamê çekdaran balyozxaneya Îranê jî desteser kiriye.

Helwesta Rûsyayê

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihandiye ku Esed welatî terikandiye û fermana radestkirina desthilatê bi aştî daye. Rûsyayê got ku ew bi hemû komên opozisyonê re di têkiliyê de ye.

Paşeroja Sûriyê

Piştî şahiyan, erkên giran li pêşiya rêveberiya nû ne. Avakirina welatî bi milyaran dolar dixwaze û rêvebirina welatekî bi gelek pêkhateyan ne hêsan e. Hin welat jî ji bandora HTSya Îslamî ditirsin.

Çavkanî:

  • Reuters
  • FRANCE 24
  • Botan Times

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Fransa: Li Sûriyê dem hatiye ku yekîtî pêk were

Weşana paşê

Li Sûriyê dewra nû: Şam ket, Esad çû – Gazete Duvar/ Şîroveyên Fehîm Taştekînî