Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Stenbolê ji bo dersên bijarte yên kurdî broşûr hatin belavkirin

02/02/2022

Li Tirkiyeyê dema hilbijartina dersên bijarte yên ku li dibistanan tên dayîn heta 7ê Sibatê hatibû dirêjkirin, kampanyayên ji bo hilbijartina dersên bijarte yên kurdî hatibûn destpêkirin jî hîn berdewam in. Tevgera Zimanê Kurdî – HezKurdê li Bakirkoya Stenbolê pirtûk û broşur belav kirin. Cîgirê Serokê Tevgera Zimanê Kurdî – HezKurdê Prz. Suphî Ozgen û endamên tevgerê derketin kolanên Stenbolê û bang ji bo dersên kurdî kirin.

Li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) xebatên hilbijartinê yên dersên bijarte yên sala perwerdeyê ya 2022-2023an wê heta 7ê Sibatê dewam bikin. Di çarçoveya dersa ziman û zaravayên zindî (polên 5, 6, 7 û 8an) ku di nav dersên hilbijartî de ye, gelek partiyên siyasî bang li xwendekaran dikin ku zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî yên Kurdî tercîh bikin.

Tê texmînkirin ku hejmara xwendekarên ku dê dersên hilbijartî yên ku hunermend, nivîskar, akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedar bang li wan kirine û li gorî salên borî ji bo wan kampanyayek mezin hatiye meşandin, bigihêje 100 hezarî.

Tevgera Zimanê Kurdî yek ji saziyên pêşeng e ku ji bo dersa kurdî ya bijarte kampanyayê dide. Kampanyaya ku Tevgera Zimanê Kurdî daye destpêkirin didome. Aktîvîstên Tevgera Zimanê Kurdî ya Stenbolê li Bakirkoyê 600 broşur û 50 pirtûkên Kurdî belav kirin. Çalakgeran bang kirin ku zimanê kurdî wekî dersa hilbijartî bê hilbijartin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan