Li Stenbolê dersên mûzîk û stranên kurdî

  • 27/11/2021
Li Stenbolê dersên mûzîk û stranên kurdî
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

27/11/2021

Hunermend Ali Tekbaş di hesabê xwe yê twîtterê de ragihandiye ku ew ê li Stenbolê dersên mûzîka kurdî û stranên herêma Colemergê bide. Wî di tweeta xwe de gotiye ku ew ê tevî tecrûbe, xebat û berhevkarîyên xwe dersên

1- Rast bilêvkirina stranên kurdî (Teknîk)
2- Perwerdeya dengbêjiyê
3- Dersên taybet li ser cureyên muzîkê yên herêma Botan / Colemêrg / Behdînanê bide.

Ali Tekbaşî ji bo serîlêdanê maîla xwe parvekiriye û diyar kiriye ku ji bo beşdarîyê zanîna kurdî ne pîvan e, ji ber ku ders yên teknîkî ne, û di stranên gelêrî de jî ew dê ewil beşdaran fêrî xwendina rast û telafûzkirina dûrist bikin.

Ali Tekbaş kî ye?

AliTekbaş ê ku di sala 1981an de li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, tevî malbata xwe ji neçarî koçî Tirkiyeyê kiriye. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Colemêrgê xwendiye.

Di sala 1998an de bi Serhat Bostancî û Alî Îmran re dest bi xebatên berhevkariyê kiriye. Di sala 2005an de li Amedê li Konservatuara Zanîngeha Dîcleyê dest bi perwerdeya zanistiya bingehîn kiriye.

Di navbera salên 2010-2017an de li Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran a ku ji aliyê Şaredariya Diyarbekirê ve hatibû avakirin, dersên muzîka kevneşopî ya Colemêrgê, çanda denbejîyê, teknîka dengbêjiyê û repertuwarê daye. Di heman salan de bi hevkariya Şaredariya Diyarbekirê şanoyên kurdî yên Hamlet û Mem û Zîn derxistiye ser dikê û di van lîstikan de cih girtîye.

Ji sala 1998an vir ve bi Alî Îmran û Serhat Bostancî re xebatên xwe yên berhevkirin û performansê didomîne û bi wan re koma mûzîkê ”Lawje” ava kiriye.

Têkilî: [email protected]

%d