Li Stenbolê ji ber barîna berfê ya zêde derketina trafîkê ya bi wesayîtên taybat heta saet 13.00an hatiye qedexekirin.
Barîna berfê ya ku duh nîvro li Stenbolê dest pê kiribû îro jî berdewam dike. Duh gelek navçeyên Stenbolê ji ber barîna berfa zêde rê li çûnehata trafîkê hatibû girtin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Walîtiya Stenbolê daxuyaniyeka nivîskî belav kiriye û daye zanîn ku ji ber girtina rêyan dê wesayîtên taybet heya saet 13.00an nikaribin derbikevin trafîkê.
Walitiya Stanbolê di daxuyaniya xwe diyar kir ku 5 hezar welatiyên ku di riyan de mane hatine tehliyekirin, 3 hezar 180 welatî jî li otêl û mêvanxaneyan hatine bicîkirin. Li aliyê din biryara qedexekirina hatina wesayîtan ji aliyê Anatoliyê û Trakyayê ya ji bo Stenbolê wê îro jî bidome.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.