Li Stenbolê 7 jê rojnameger 9 kes hatin girtin

23/12/2024

Rojnameger Gulistan Dursun, Can Papila, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayri Tunç, Enes Sezgîn û Osman Akîn hatin girtin.

Li Stenbolê duh 17 kes piştî îfadeya li dozgeriyê serbest bûn û 9 kesên ku bi daxwaza girtinê şandin dadgehê, hatin girtin.

Rojnamegerên hatin desteserkirin: Gulîstan Dursun, Can Papila, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayri Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akîn.

Kesên din yên hatin girtin: Haci Ugis, Îmam Şenol.

Rojnameger Zeynep Kuray, Yadigar Aygun, Mahsum Saglam, Yagmur Filiz û Pelin Laçin, bi şertê kontrola edlî serbest bûn.

Li Stenbolê kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hat protestokirin: 30 kes hatin desteserkirin

Rojnamegerên hatin girtin bi rêya parêzerên xwe ev peyam şandin:

“Dê qesr û serwerî hilweşin, wê rojekê ev xwîn bisekine, ev zilm biqede. Tiştên ku ji van rojan bimîne kesên berxwedêr û Nazim û Cîhan in. DFG saziya çapemeniyê ye. Em ê destûrê nedin ku bi ti awayî bê krîmînalîzekirin. Rojnamegerî ne sûc e.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Karoka Dawî ya Dinyayê û Qelaptina Şaş

Weşana paşê

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: DAIŞê çekên nû bi dest xistine – Gazete Duvar, Rûdaw