Li Sîteya Sanayîyê ya 3yemîn a Amedê teqînek çêbûye: 9 birîndar 1 mirî

24/03/2022

Li Sîteya Sanayîyê ya 3yemîn a Amedê li kargehekê teqînek çêbû. Li gor agahîyên dawîn kesek miriye û 9 jî birîndar hene. Rewşa 4 birîndaran giran e.

Teqîn li Sîteya Sanayîyê ya 3yemîn a Amedê ya li ser rêya Rihayê li kargeha Doguş Tornayê çêbûye. Hate zanîn ku teqîn ji ber tûpê oksîjenê pêk hatiye. Ji ber dijwariya teqînê li kargehê û li derdora kargehê 4 kes jê giran 9 kes birîndar bûne û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.  

Ekîbên Ambulans û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran ji nav kavilên dikanê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.  Ji ber teqînê kargeh û wesayîtên li dar derdorê jî xesareka mezin dîtine. Piştî teqînê li dikanê lêkolîn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.  

Walîtiya Amedê derbarê bûyerê, teqînê, de daxuyaniyeka nivîskî belav kiriye û ragihand ku teqîn ji ber tûpê li kargehê pêk hatiye û di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.  


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Doza JÎTEMê taloqî 20ê Hezîranê bû

Weşana paşê

Di dagirkirina Ukraynayê de rojnamegereka din jî hatiye kuştin

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di