Îro li Şirnexê û Cizîrê polîsan bi ser malan da girtîye û 25 kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, îro danê sibehê, polîsan li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de derî hatin şikandin û mal hatin serobinokirin. Di serdegirtina malan de Evîn Kurt û Çelîk Denker jî di nav de bi giştî 25 kes hatin desteserkirin.
Sedema desteserkirina nehat zanîn. Kesên ku hatine desteserkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Tê texmînkirin ku hejmara desteserkirîyan zêdetir bibe.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.