Li Şirnexê 14 navçe ji bo 15 rojan hatine qedexekirin

Li Şirnexê 14 navçe ji bo 15 rojan hatine qedexekirin Wêne: Instagram- @sirnakvaliligi
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Li Şirnexê 14 navçe ji bo 15 rojan wek herêma “ewlehiya taybet” hatiye ragihandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 14 herêm ji bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Qedexekirin di 16ê Gulanê dest pê kiribû û dê di 30ê Gulanê da bi dawî bibe.

Walîtiya Şirnexê daxuyanîyek weşandiye:

14 herêm hatine qedexekirin û ev qedexe di 16ê Gulanê da dest pê kiriye û wê di 30ê Gulanê bi dawî bibe û ketin û derketina herêman dê qedexe bin.