Di van demên dawî da li hin bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber operasyonên leşkerî li gelek deveran qedexe tên ragihandin û çûnûhatina welatîyan tên qedexe kirin.
Agahîya qedexeyê ya herî dawî ji Bedlîs û Şirnexê hatiye.
Li parêzgehên Şirnexê û Bedlîsê çend herêman bo 15 rojan wek “Herêma Ewlehiya Taybet” ragihandin û çûnûhatina bo wan navçeyan hat qedexekirin.
Parêzgarîya Şirnexê li ser qedexeya herêman daxuyanîyek belavkir û got,
Li navenda bajêr û li navçeyên Cizîrê, Sîlopî, Qilebanê, Basan û Bêşebabê herêmên Çiyayê Cûdî, Gabar, Besta, Tanîn û Kureşin jî di nav da bi giştî li 14 herêman bi hinceta ewlekariya mal û canê welatiyan çûn û hatin qedexe.
Hatiye diyarkirin ku qedexê dê 15ê Tirmehê dest pê bike û heta 29ê Tirmehê seat 23:59an berdewam be.
Parêzgariya Bedlîsê jî diyar kiriye ku li navçeya Xîzanê ji ber operasyonên leşkerî li çend deveran wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatiye diyar kirin û dê ev biryar ji 14ê Tirmehê heta 28ê Tirmehê berdewam e.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.