Li sirgûnîyê festîvala wêjeya kurdî: Dengê Min Tê Te!

Nıvîskar:
5 months berê

Li Elmanyayê festîvala wêjeya kurdî tê lidarxistin.

Festîval bi sernavê Dengê Min Tê Te! di navbera 29ê Gulanê-2yê Hezîranê da li Literaturhaus’a Berlinê tê lidarxistin. Festîval dê pênc rojan berdewam bike.

Ev festival bi kuratoriya romannûsa kurd-elman Beliban zu Stolberg û akademîsyenê kurd Dawid Yesilmen ve tê organîzekirin. Hauptstadt Kulturfond û Literaturhaus Berlin pistgiriya vê festîvalê dikin.

Festîval dê di 29ê Gulanê de dest pê bike û di 2yê Hezîranê de bi dawî bibe. Mêvan dikarin festîvalê li ser YouTubê jî bişopînin.”

Botan Times temamîya danasîna festîvalê bo we xwîneran diweşîne ku ev danasîn ji alîyê desteya amadekar ya festîvalê ve bo Botan Timesê hatîye ragihandin:

“Li Berlinê, Wêjegeh Berlin (Literaturhaus Berlin) ji bo pênc rojan festîvala wêjeya kurdî ya sirgûnîyê li dar dixe. Di vê ji festîvalê de nîqas li ser wêjeya kurdî ya sirgûnê, pirsgirêkên kurdan yên li Elmanya û seranserê Ewropa, xwendina berheman ji devê nivsikaran, helbest, dengbêjî û gelek xebatên din dê werin pêşkêşkirin. Herweha konser, nîşandana filman, pêşangeh û bernameyên ji bo zarokan jî dê bêne lidarxistin. Bernameya pênc rojî, dê nivîskar û xwendevanan bîne ba hev. Di festîvalê de, dê fuara pirtûkan jî hebe. Xwendevan dê derfeta kirîna pirtûkan û sohbeta bi nivîskaran re jî bi dest bixin. Ev festîval bi kuratoriya romannûsa kurd-elman Beliban zu Stolberg û akademisyenê Kurd Dawid Yesilmen ve tê organîzekirin. Hauptstadt Kulturfond û Literaturhaus Berlin piştgiriya vê festîvalê dikin.

Elmanyaya ku ji 1922an vir ve, bi sirgûnbûna Celadet û Kamuran Bedirxan ve bûye yek ji warên sirgûniyê, rewsenbîriya kurdî û bûye xwedî dîrokeke sirgûniyê ya xweser, mixabin heya roja me jî bala xwe nedaye wêjeya kurdî. Herciqas hejmareke fermi tunebe jî hejmara kurdên li Elmanyayê di navbera 1,3 û 1,5 milyonî de ye. Ev Elmanyayê dike welatê herî mezin ku kurd lê weke penaber dijîn. Kurdan jî li vî welatî dike yek ji civakên herî mezin. Lê dîsa jî nebûna festîvalên berfireh û nîqaşên entellektuelî herwekî kêmasiyekê dima. Ev festîval di vî warî de dê nîqaşên nû bide destpêkirin.

Di festîvala pênc rojî de gelek nivîskar û hunermendên hêja dê tevlî festîvalê bibin. Li gel nivîskarên hêja Burhan Sönmez, Helîm Yusiv, Firat Cewerî, Fatma Savci, Yildiz Cakar, Eskerê Boyik û gelekên din ku bi kurdî berhemên xwe diafirînin, nivîskarên kurd ku bi elmanî ango îngilîzî jî dinivîsin weke Behrooz Boochani, Ronya Othman, Fatma Aydemir, Beliban zu Stolberg jî dê li ser berhemên xwe biaxivin. Herweha zanyar û akademisyenên kurd yên weke Özlem Galip. Ibrahim Seydo Aydogan, Zerdest Haco, Adnan Celik, Serif Derince, Munevver Azizoglu Bazan, Leyla Ferman, Düzen Tekkal jî dê li ser mijarên curbecur nîqaşê bikin.

Du bername li ser wergêriya wêjeyê hene. Husên Duzen û Barbara Sträuli dê li ser tecrubeyen wergêriya di navbera kurdî û elmanî de biaxivin. Kawa Nemir jî dê li ser tecrubeya xwe ye wergera Ulysses biaxive.

Herweha cend helbestvan dê helbestan bixwînin. Stranbêj Ali Tekbas dê di roja ewil ya festîvalê de konsereke dengbêjiyê pêşkês bike. Di roja sêyemîn de jî stranbêja kurd ya rapê EBOW û di roja dawiyê de jî stranbêja Hindistanî ya elektronîkê AZIEZ ê ligel guhdarvanan be. Fîlmçêkerên xelatgirtî Ayse Polat û Soleen Yousef dê fîlmên xwe pêşkêş bikin û bi temaşevanan re sohbet bikin. Sanoger Ferhat Keskin dê bi zarokan re bernameyeke interaktif a çîrokbêjiya kurdî organîze bike.

Festîval dê di 29ê Gulanê de dest pê bike û di 2yê Hezîranê de bi dawî bibe. Mêvan dikarin festîvalê li ser youtubê jî bişopînin.”

Ji bo bernameya festivalê binêre: https://www.literaturhaus-berlin.de/programm/denge-min-te-te-hoerst-du-mich-kurdisches-literatur-und-kunstfestival


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Li Îranê di du rojan de 11 girtî hatine îdamkirin – Jimara Kurdên îdamkirî bûye 100

Li gorî rêxistineka mafên mirovan, li Îranê di du rojên dawî de

Xelata Nobelî ya Kîmyayê ya 2024ê ji bo lêkolînên li ser proteînan hatiye dayîn

Akademîya Zanistê ya Swêdê biryar daye ku Xelata Nobelî ya Kîmyayê ya

Xelata Nobelî ya Fîzîkê ji bo “hînbûna makîneyî” hatiye dayîn

John Hopfield û Geoffrey Hinton Xelata Nobelî ya Fîzîkê ya sala 2023yê