Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihandiye ku li ser sînorê Edîrneyê 12 penaberan jiyana xwe ji dest dane.
Walîtiya Edîrneyê ragihandiye ku li Mandakoruya Gundê Paşakoyê ya navçeya Îpsalayê cenazeyê 12 penaberên ku ji aliyê Yewnanîstanê ve hatin paşdexistin hatine dîtin.
Hatiye diyarkirin ku penaber ji sermayê mirine.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Di 02.02.2022yan de li Taxa Mandakoru ya Gundê Paşakoyê ya Navçeya Îpsalayê cenazeyên 12 koçberên ku ji aliyê Yewnanan ve hatin paşvexistin û ji serma mirine, hatine dîtin.
Koçberekî di bin metirsiya sermayê de bû hat rizgarkirin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Keşanê. Xebatên me yên lêgerîn û lêpirsînê yên li herêmê ji bo koçberên ku hewcedariya wan bi alîkariya bijîşkî heye berdewam dikin. Têkildarî mijarê lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Bi xemgînî ji raya giştî re tê ragihandin.”
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ji 22 penaberan 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Nûçe: Gazete Karinca*
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.