Li Serê Kanîyê 2 kes bi guleyên cendirmeyên Tirkîyeyê birîndar bûne

20/10/2023

Li bajarê Serê Kanîyê yê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surîyeyê 2 kes bi guleyên cendirmeyên Tirkîyeyê birîndar bûne.

Li bajarokê Mebrûkeyê yê li rojavayê navçeya Serê Kanîyê hinek welatiyên Sûriyeyê xwest derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin.

Li gorî nûçeya Rûdawê cendirmeyên Tirkîyeyê gule li wan welatiyên Sûriyeyê reşandine ku di encamê da 2 kes birîndar bûne û hatiye zanîn ku yek ji wan jin e.

Herwiha hêzên ewlehîyê yên Tirkîyeyê ji wan kesan, 15 kes jî girtine.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Ji ber êrişên Tirkîyeyê zîyan gehiştîye perwerdeya Rêveberîya Xweser

Weşana paşê

Weşanên SZKyê berhema “Rêzimana Kurmancî” derxist

Te hay ji vê heye?