ZINDÎ-Li seranserê Tirkîyeyê dengdayîna bo tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê birêve diçe

28/05/2023

Li Tirkîyeyê îro hilbijêr ji bo tûra duyem a hilbijartina Serokomarîyê diçin ser sindoqan.

Pêvajoya dengdanê saet di 08.00ê da destpê kiriye.

Di pisûlêyê da namzedê Tifaqa Milletî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û namzedê Tifaqa Cûmhûrê Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan hene.

Hilbijêr wê bikaribin heta saet 17.00ê dengên xwe bikar bînin.

Ji bo hilbijartinê li 81 bajêr û 973 navçeyên welêt ji 191 hezarî zêdetir sindoq dê bên danîn. 60 milyonî zêdetir dengdêr jî wê rayê bikarbînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê yê ku bê hilbijartin dê 5 salan li ser wezîfeyê be.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku kilbijartina Serokkomarîyê a ku maye tûra duyemîn, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,96, Sînan Ogan jî ji sedî 5,2û dengan stendibû.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Qedexeyên tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê hatiye ragihandin

Weşana paşê

1 milyon û 143 hezar û 887 dengdêr dê li Amedê dengê xwe bikar bînin

Te hay ji vê heye?

Sindoq hatin girtin, jimartina dengan destpê kir

Pêvajoya dengdanê ya ji bo tûra

Li Rihayê komeke êrîşê Ferît Şenyaşar û Hevserokê HDPyê kirin

Li navçeya Halîliyeyê ya Rihayê komeke

Serokê YSKyê: Ev hilbijartin dê zûtir bi dawî bibe

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a

Erdogan: Ev cara yekem e ku em dibin şahidê hilbijartinên du tûrî

Namzetê Tifaqa Cûmhûrê û Serokê Giştî